Fetwayen Kurdi
Gelo raserbûna Xwedê ya li ser ‘erş, tê çi wateyê?

Gelo raserbûna Xwedê ya li ser ‘erş, tê çi wateyê?

Pirs: Gelo wateya raserbûna Xwedê Teala ya li ser ‘erş çi ye?

Bersiv: Qur’ana Pîroz, bi zimanê gel hatiye hinartin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Me, her qasidek bes bi zimanê gelê wî şand, da ku ji wan re bi zelalî rave bike.”[1]

‘Erş di zimanê Erebî de bi wateya “kursiya desthikatdariyê” ye. Raserbûna li ser ‘erş jî bi mena ku “dest bi karê hukumdariyê bike.” Di zimanên din de jî mîna “padîşah li ser text rûnişt” û hwd. vegotinên bi vî rengî hene. Mena wan jî ew kes gihaşte wî meqamî. Gotina Xwedê li ser ‘erş raser bû jî bi vî awayî ye. Ev jî di mena ku desthilatdariya gerdûnê di destê Xwedê Teala de ye.



[1] Îbrahîm, 14/4.