Fetwayen Kurdi
Hukmê berdana formalite çi ye?

Hukmê berdana formalite çi ye?

Pirs: Li dewletên Ewrûpa pir kes hene ku ji bo ji alîkariya dewletê îstifade bikin, ji xeynî nîkaha dînî bi rêya resmî hev berdidin. Misilmanên ku wiha dikin divê ku mirov çawa bersiva wan bide?

Bersiv: Ev helwest, heram e. Pereyê ku bi vê rêyê bi dest dixin jî heram e.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Di navbera xwe de malên hev bi neheqî nexwin, lê belê ji bazirganiyeke ku we bi dilê xwe li hev kiribe hûn dikarin bixwin. Xwe nekujin; Bêguman Xwedê teqez ji bo we pir birehm e.”[1]



[1] Nîsa, 4/29.