Fetwayen Kurdi
Hukmê ku mirov ji mecbûrî bi destê pîrekê bigire çi ye?

Hukmê ku mirov ji mecbûrî bi destê pîrekê bigire çi ye?

Pirs: Hukmê ku mirov ji mecbûrî bi destê pîrekê bigire çi ye?

Bersiv: Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:

Çi tiştên di erd û asîmanan de hene her ên Xwedê ne. Ev, da ku (Xwedê) yên nebaşî kirine wan celat bike û yên ku başî jî kirine bi ya herî rind xelat bike.

Ew ên ku xwe ji gunehên mezin û (cureyên) fehşîtiyan dûr digirin; gunehên din ne tê de. Bi rastî lêborîna Xwedayê te berfireh e.”[1]

Girtina bi destê pîrekan jî dikeve bin beşa kêmasî û şaşiyên biçûk. Heke hûn ji mecbûrî bi destê wan bigirin, em hêvî dikin ku Xwedê Teala dê wî gunehî bibexşîne.

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kadinla-erkegin-tokalasmasi-caiz-midir.html

Ji bo agahiyên berfirehtir ji kerema xwe re nivîsa bi sernavê “Kadın Erkek Tokalaşması Haram mıdır?” ya ku di navnîşana jêr de ye bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kadin-erkek-tokalasmasi.html



[1] Necm, 53/31-32.