Fetwayen Kurdi
Jineke ezeb, ma dikare bi tena serê xwe biçe ‘umreyê?

Jineke ezeb, ma dikare bi tena serê xwe biçe ‘umreyê?

Pirs: Jineke ezeb, ma dikare bi tena serê xwe biçe ‘umreyê?

Bersiv: Pêxemberê me (s.a.w), bi sedema ku ewlehiya rê ango çûn û hatinê tune bûye, destûr nedaye jinan ku bi tena serê xwe -bêyî mehremekî- derkevin rêwîtiyê. Ev jî heye; gava ewlehiya can û rê hat bidesxistin –jixwe îro ev tişt heye- pîrek dikarin derkevin rêwîtiyê.

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=3897

Lê belê gava em şert û mercên îro bidin ber çavên xwe, ji bo çûna hecê an jî ‘umreyê divê ku bi pîrekê re eqrebayekî wê hebe. Heta ji destê wan bê, divê bi vî rengî biçin ‘umreyê. Lê eger mehremekî wan ê ku bikaribe bi wan re here tune be, wê gavê dikarin bi komeke jinên ewle re biçin ‘umreyê.