Fetwayen Kurdi
Ma pîrek dikare bi tena serê xwe derkeve rêwîtiyê?

Ma pîrek dikare bi tena serê xwe derkeve rêwîtiyê?

Pirs: Ma pîrek dikare bê hebûna mehremekî xwe car caran ji ber erkekê, hin caran bi sedema geşt û seyranê yan jî bi komeke ku ji jinan pêk tê, ji bajarekî here bajarekî din? Bi vegotineke din; ma pîrek dikare biqasî dema qesrê û mesafeya wê bê mehrem derkeve rêwîtiyê?  

Bersiv: Gava em li hedîsên ku di rêwîtiya pîrekan de hebûna kesên mehrem şert didêrin, dinihêrin, diyar dibe ku di navbera wan de hin cudahî hene. Wekî mînak di hin hedîsên ku ji Pêxemberê me (s.a.w) hatine ragihandin tê dîtin ku wî, rêwîtiya qonaxa şev û rojekê ya bê mehrem li ser pîrekan qedexe kiriye. Di hinan de rêwîtiya du şev û du rojan,  di hinên din de rêwîtiya sê şev û sê rojan qedexe kiriye. Heta di hinan de bêyî behsa wext û zeman were kirin ji binî ve hatiye qedexekirin.

Li aliyê din Pêxemberê me mizgînî daye; ku di pêşerojê dê zemanek were ku pîrek bêyî ku mehremek bi wan re hebe ew ê bikaribin rêwîtiyê bikin. Di hedîsa ‘Ediyyê kurê Hatem ya li jêr (sernav 5) bi awayekî zelal diyar dibe ev mizgîniya wî hatiye cî.

Di vê mijarê de hebûna hin cudahiyan di hedîsan de û di hedîsa ‘Ediyyê kurê Hatem de îfadekirina ku pîrek ew ê bêyî ku mehremek bi wan re hebin, ew ê bikaribin ji Îraqê birê kevin û biçin hecê, bi awayekî zelal dide nîşandan ku qedexebûna derketina jinan bi tena serê xwe ji ber “sebebekî ye”. Ji ber vê yekê, gava tiştê ku bûye sedemê vê qedexeyê ji holê rabe, qedexebûn jî ji holê radibe.

Mîna ku ji hedîsa ‘Ediyy diyar dibe, sebebê ku pîrek nikarin bêyî mehremekî ango bi tena serê xwe rêwîtiyê bikin, bi sedema ku ewlehiya rê tuneye.

Hedîsên di derbarê mijarê de wiha ne:

1- Hedîsên ku derketina pîrekê ji bo rêwîtiya şev û rojekê -bêyî ku mehremekî wê pê re be-, qedexe dikin:
Ebû Hureyre  (x.j.q) radigihîne ku Qasidê Xwedê (s.a.w) wiha gotiye:

“Jineke ku baweriya wê bi Xwedê û roja axretê heye, jê re ne helal e ku bê hebûna mehremekî derkeve rêwîtiya ku qonaxa wê şev û rojek e.”[1]

2- Hedîsên ku derketina pîrekê ji bo rêwîtiya du şev û du rojan -bêyî mehremekî wê pê re be-, qedexe dikin:

Ji Ebû Se ‘îdê el-Xudrî (x.j.q): Min ji Hezretî Pêxember çar tiştên ku gelekî bala min kişandin û xwedî hikmet bihîstin. (Yek jê): “Pîreka mêrê wê yan jî mehremekî wê ne pê re be, bila dernekeve rêwîtiyeke ku qonaxa wê du şev û du roj e.”[2]

3- Hedîsên ku derketina pîrekê ji bo rêwîtiya sê şev û sê rojan -bêyî ku mehremekî wê pê re be-, qedexe dikin:

Ji ‘Ebdullahê kurê ‘Umer (x.j.q) hatiye ragihandin ku Pêxember (s.a.w) wiha kerem kiriye:

“Pîrekek ku mehremekî wê ne pê re be, nikare derkeve/bila dernekeve rêwîtiyeke ku qonaxa wê sê şev û sê roj in.”[3]

4- Hedîsên ku derketina pîrekê ji bo her celeb rêwîtiyê -bêyî ku mehremekî wê pê re be-, qedexe dikin:

Ji ‘Ebdullahê kurê ‘Ebbas (x.j.q) hatiye ragihandin ku Pêxember (s.a.w) wiha gotiye:

“Bila tu pîrekek gava mehremekî wê ne pê re be dernekeve rêwîtiyê; dema mehremekî wê ne li balê be jî bila tu zilamekî din neçe cem wê.”

Li ser vê hişyariya Pêxember, yekî ji sehabiyan pirsî:

Ey Qasidê Xwedê! Ez dixwazim di nav filan û filan koma leşker de biçim cengê. Lê jina min dixwaze biçe hecê (hûn nabêjin çi)?

Resûlê Xwedê wiha kerem kir:

Tu jî bi pîreka xwe biçe hecê.”[4]

5- Mizgîniya ku pîrek dê bêyî mehremekî jî bikaribe derkeve rêwîtiyê:

‘Ediyyê kurê Hatem (x.j.q) wiha ragihandiye: Di demeke ku ez li cem Pêxember bûm zilamek hat, jê re ji jaritiyê gazind kir. Piştre yekî din hat ji rêbiran gazind kir. Pêxember (s.a.w) got:

-“’Ediyy! Ma te bajarê Hîre dîtiye?” Min jî got:

– Naxêr, min nedîtiye. Lê belê agahiyên di derbarê wir ji min re hatiye dayîn, ez wir dizanim.

Pêxemberê me got:

–  “Eger tu emir bikî, bijî tu yê bibînî ku pîrek di hundirê hewdecê de (hewdec: sendûqeke biçûk e li ser pişta hêştirê tê barkirin, da ku pîrek têkevê û rêwîtiyê bike) ji Hîreyê birê bikeve – ji bilî Xwedê ji tu kesê din natirse–  heta Ke‘beyê tewaf bike.”

Ez li pêşberî vê yekê matmayî mam û min ji xwe pirsî: Rêbirên qebîleya Teyyê ew ên ku agirê fitne û xerabiyê pêxistine  ew ê li ku bin (ku pîrek bikaribe bi tena serê derkeve rêwîtiyê)! Pêxember berdewam kir:

–   “Ez qesem dikim, heke temenê te dirêj be û tu bijî, gencîneyên Kisra teqez dê werin fetihkirin.” Min got:

 –  Xezneyên Kisrayê kurê Hurmuz? Pêxemberê me wiha kerem kir:

– “Yên Kisrayê kurê Huzmuz. Ez qesem dikim, heke tu pir bijî, teqez tu yê bibînî ku yek, da ku sedeqe bide kulma destê xwe tije zêr an jî zîv kiriye li yekî ku vê jê bistîne bigere, lê ew ê yekî ku vê jê bigire nebîne. Ez dîsa qesem dikim, yekî ji we roja ku ew ê were pêşberî Xwedê, dê di navbera wî û Xwedê de kesekî ku gotinên wî tercume bike tune be, wê bi Xwedê re biaxive, Xwedê jî dê wiha bipirse:

  – Ma Min qasidek ji te re neşand û Wî teblîxî te nekir? Ew bende jî dê wiha bersiv bide:

–  Belê (Te şand ya Rebbî)! Vê carê Xwedê dê wiha bipirse:

– Ma Min mal neda te; bi vî awayî Min li te qencî nekir?

Bende dê bibêje:

– Belê (Te qencî li min kir).

Ew kes di wê rewşê de li rastê xwe dinihêre ji dojehê pê ve tu tiştekî din nabîne. Li çepê xwe dinihêre dîsa ji dojehê pê ve tu tiştekî din nabîne.”

 ‘Ediyy got: Min ji Pêxember bihîst ku wiha digot: “Niha her yek ji we bi nîvî xurmeyekê jî be bila xwe ji agirê dojehê biparêze eger vê nebine bila gotina xweş.”

 ‘Ediyy wiha gotiye: Min, pîreka ku di hundirê hewdecê ji Hîreyê birê ket – ji bilî Xwedê ji tu tiştekî din neditirsiya– dawiya dawî Ke‘be tewaf kir, dît. Ez bi xwe di nav artêşa ku gencîneyên Kisrayê kurê Hurmuz fetihkirin de bûm. Ez qesem dikim, heke hûn bijîn, mirovê ku Pêxemberê me gotiye ew ê bi kulma destê xwe zêr sedeqe bide hûn ê jî bibînin.[5]

Hîre: Bajarokekî ku di roja me ya îroyîn de bi bajarê Necefê ve girêdayî ye. 5 km. li başûrê Kûfeyê ye û dikeve başûrê rojhilatê Kinîdreyê ya ku di navbera Kûfe û Hawernakê de ye. Li qeraxa çemê Feratê li ser deşteke fireh hatiye avakirin.[6]

6- Tetbîqatên sehabiyan yên di derbarê rêwîtiya pîrekan de:

İmam Buxarî, di beşa ku bi heca pîrekan ve têkildar e cî daye van agahiyan:

Ehmedê kurê Muhemmedê el-Ezreqî ji min re wiha got: Îbrahîm ji me re, bavê wî ji Se‘d, wî jî ji bavê xwe Îbrahîmê kurê ‘Ebdurrehmanê kurê ‘Awf wiha ragihandiye: ‘Umerê kurê Xettab (x.j.q) di heca xwe ya dawî de destûr daye pîrekên Pêxemberê me û bi wan re Osman kurê ‘Effan û ‘Ebdurrehmanê kurê ‘Awf şandiye.[7]

Diyar e ku ew herdu sehabî, ne mehremên wan in.

ENCAM: Di derbarê îbadeta hecê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Çûna hecê li ser însanê ku bikaribe here, ferzeke Xwedê ye.”[8]

Mebest ji gotina însan di vir de -çi mêr dibe çi jî jin- her bawermendê mukelef e. Îfadeya “bikaribe” jî hem ji bo ewlehiya rê, hem jî derfet û îmkanên madî û tenduristiyê di xwe dihewîne. Bi sedema ku îbadet şexsî ye, derfeta kê ya çûnê hebe, ew ê biçe hecê. Ji aliyê fitret û xwezayê ve ewlehiya jinan, ji ya mêran girîngtir e. Lewra jin, li gorî mêran lawaztir in.

Qedexeya rêwîtiya jinan bêyî ku mehremek pê re hebe, ji bo temamê deman e. Her cihê ewlehiya rê lê tune be, pîrek nikare bê mehrem bi tena serê xwe rêwîtiyê bike. Lê eger ewlehî hebe, qedexe ji holê radibe.

Amadekar: Yahya ŞENOL – Enes ALİMOĞLU



[1] Buxarî, Taqsîru’s-Selqt, 4; Muslim, Hec, 419, 422, (1339); Muwetta, Îsti’zan, 37; Ebû Dawûd, Menasik, 2; Tirmizî, Reda‘, 15.

[2] Buxari, Muhser, 37; Muslim, Hec, 415, 416 (827).

[3] Buxarî, Taqsîru’s-Selat 4; Muslim, 413 (1338).

[4] Buxari Muhser, 37; Muslim, 424 (1341).

[5] Buxarî, Menaqib, 25.

[6] Hüseyin Ali ed-Dakûkî, “Hîre”, DİA, c. 18, rp. 122.

[7] Buxarî, Muhser, 37.

[8] Alî Îmran, 3/97.