Fetwayen Kurdi
Dayika me Xedîce gava bi Pêxemberê me re zewicî, gelo xwedî zarok bû?

Dayika me Xedîce gava bi Pêxemberê me re zewicî, gelo xwedî zarok bû?

Pirs: Hevsera Pêxember dayika me Xedîce, ma beriya ku bi Pêxemberê me re bizewice zarokên wê hebûn?

Bersiv: Xedîce, beriya ku bi Pêxemberê me re bizewice, du caran zewiciye. Cara yekem, bi Ebû Hale Hindê kurê (Nebbaşê kurê) Zurare et-Temîmî re zewiciye. Ji vê zewacê, kurekî bi navê Hind hat dunyayê. Ev law, li ber destê Qasidê Xwedê mezin bûye û bi riwayetên di der barê şemailên wî de navdar e. Hin kesan gotine ku ji zewaca Xedîce bi Ebû Hale re keçek jî hatiye dunyayê (Îbn Îshaq, 229). Piştre bi ‘Etîq (‘Utiyyiq)ê kurê ‘Abid (‘Aiz) el-Mexzûmî re zewiciye. Di çavkaniyan de hatiye diyarkirin ku ji wî, keçeke bi navê Hind (Ummu Muhemmed) hatiye dunyayê. (M. Yaşar Kandemir,  “Hatice”,  DİA,  c:  16,  rp:  465)