Fetwayen Kurdi
Ma gotina “’eleyhisselam” ji bo Hz. ‘Elî tê bikaranîn?

Ma gotina “’eleyhisselam” ji bo Hz. ‘Elî tê bikaranîn?

Pirs: Gotina “’eleyhisselam” ji bo Hz. ‘Elî tê bikaranîn. Lê belê li gorî em fêrbûne di lîteratûrê de gotina ‘eleyhisselam ji bo pêxemberan tê gotin. Piştî ku wateyeke cuda lê vê gotinê hat barkirin, gelo mirov dikare ji bo Hz. ‘Elî jî bibêje ‘eleyhisselam?

Bersiv: Gotina ‘eleyhisselam di wateya “silav lê be” de ye. Çawa ku em silavê li saxan dikin her wiha em silavê li miriyan jî dikin. Ji bo kesê ku ji me re silav şandiye di wateya “silav li wî jî bin” em dibêjin “we ‘eleyhisselam”.

Lê belê li hin cih û derdoran hevoka duayê “’eleyhisselam” ya ku piştî nav tê ji bo pêxemberan tê bikaranîn. Wekî mînak tê gotin Mûsa ‘eleyhisselam, Îsa ‘eleyhisselam û hwd. Ji ber vê yekê, gotina ‘eleyhisselam li pey navê yekî ku ne pêxember e, di nav gel de gumana ku ev kes pêxember e derdixe holê. Da ku cî ji bo şaşiyên bi vî rengî re nemine, ya baş û çêtir ku mirov vê gotinê ji bo yên ne pêxember in nebêje.