Fetwayen Kurdi
Ma destûrdayina sazkirina stasyona bazê li banê xêniyan caiz e?

Ma destûrdayina sazkirina stasyona bazê li banê xêniyan caiz e?

Pirs: Ma destûrdayina sazkirina stasyona bazê li banê xêniyan an jî li erseyan û bidestxistina qezencê ji vê yekê, caiz e? Bi sedema ku zirarê dide tenduristiya mirov, hin kes dibêjin ku ne caiz e.

Bersiv: Di der barê ku stasyonên bazê zirarê didin tenduristiya mirovan, zanyariyeke teqez tuneye. Heke zirardayina wê were îsbatkirin, wê gavê sazkirina stasyona bazê li derdorên ku însan lê dijîn û her wiha qezenckirina pereyan bi vê rêyê, ne caiz e.