Fetwayen Kurdi
Ayeta “Ji tiştên ku dema werin aşkerekirin dê we xemgîn bikin, pirs mekin” divê çawa were fêhmkirin?

Ayeta “Ji tiştên ku dema werin aşkerekirin dê we xemgîn bikin, pirs mekin” divê çawa were fêhmkirin?

Pirs: Ma ayeta “Ji tiştên ku dema werin aşkerekirin dê we xemgîn bikin, pirs mekin” divê çawa were fêhmkirin?

Bersiv: Wergera ayetên têkildar wiha ye:

Gelî bawermendan! Pirsa her tiştî mekin; heke ew ji we re aşkera bibin, dê li xweşa we neçe. Eger hûn di dema hatina Qur’anê de pirsa wan bikin, dê ji we re aşkera bibin lê belê Xwedê  li wan boriye (berpirsyar negirtine). Xwedê gunehjêbir e, berbihêr e.

Bê guman beriya we qewmekî pirsên wiha kiribûn, paşê pê kafir bûbûn.” (Maîde, 5/101-102)

Di çavkaniyan ev riwayetên li jêr: Di xutbeyekê de hin Misilmanan di der heqê neseba (pêşiyên) xwe de û rewşa wan a li axretê ji Resûlullah pirs kirine ((Buxarî, Tefsîru Sûreti’l-Maîde, 12; Mewakîtu’s-Selat, 11), pirsa hinan ka gelo hec di her salê de ferz e yan na  (Îbn Mace, Menasik, 2) û bi gelemperî pirsên nelazim yên ji Resûlullah  (Buxari, Fiten, 15, Î’tisam, 3) wekî sebebê nuzûla ayetên borî tên destnîşankirin.

Ji bo pirsa ummetên berê ya ku di ayeta 102an de hatiye diyarkirin û daxwazên wan ên ecêb ev ayetên li jêr wekî mînak hatine nîşandan:

Ehlîkitêb dixwazin ku tu ji asîmanan ji wan re kitêbekê daxî xwarê. Bê guman wan ji Mûsa tiştekî hê ji vê mezintir xwestibûn û gotibûn ‘Xwedê aşkera nîşanî me bide.’ Vêca bi sedema zilma wan di cih de birûskê ew hingaftibûn.” (Nîsa, 4/153)

“Ma te giregirên zaroyên Îsraîl piştî Mûsa nedîtin ku çi kirin? Wan ji pêxemberê xwe re gotin: ‘Ji me re serfermandarekî derxe da ku em di riya Xwedê de cengê bikin.’ Ji wan re got: ‘Heke şer li ser we ferz bibe û hûn şer nekin!’ Gotin: ‘Em çima di riya Xwedê de şer nekin! Jixwe em ji welatê xwe hatine derxistin û ji zarokên xwe hatine dûrkirin’ Lê çi dema şer li ser wan hat ferzkirin, ji kêm kesan pê ve yên din pişta xwe dan wan û reviyan. Xwedê bi wan stemkaran dizane.

Pêxemberê wan ji wan re got: ‘Bê guman Xwedê Talût bi serfermandarî ji we re şandiye.’ Gotin: ‘Ew ê çawa bibe serdarê me? Ji bo serfermandariyê em ji wî bêhtir layiq in. Tu mal û zengîniyeke wî ya zêde jî tuneye.’ …” (Beqere, 2/246-247)

Mirov dikare meseleya pirsên Cihûyan ên cur bi cur di der barê “beqere”ya ku di dema Mûsa aleyhisselam de bi serjêkirina wê hatibûn fermankirin û li ser her pirsa wan daketina hukmekî hîn girantir wekî mînakeke din bide. (Ji bo ayetên têkildar bnr: Beqere, 2/67-71)

Wekî ku ji ateyan diyar dibe, di zemanên berê de hin mirovan bi mebesta ku Resûlên ji wan re hatine şandin rezîl bikin û tinazê xwe bi wan bikin daxwaz û pirsên bi vî awayî kirine. Piştî ku daxwazên wan hatine cî di înkariya xwe de dewam kirine û ev rewş bûye sedema helaka wan. Gava di serdema Resûlullah de jî hin kesan hewl dane ku pirs û daxwazên bi vî rengî bikin, ayeta 101 û 102an ji sûreyê Maide nazil bûne û bi anîna mînakan ji qewmên berê dûrketina ji vê yekê ji wan hatiye xwestin.