Fetwayen Kurdi
Ayetên di der barê jiyana Pêxemberê me de çima di Qur’anê cî digrin?

Ayetên di der barê jiyana Pêxemberê me de çima di Qur’anê cî digrin?

Pirs: Hin ayetên Qur’anê hene çi tesîra wan di roja me de heye, ez tênagihîjim! Li ser meseleyê ayetên di der heqê xanimên Pêxemberê me de yan jî yên di der barê mêhvanên tên mala wî de divê ku pir nemînin, zû rabin… Ayetên bi vî awayî di roja me ya îroyîn de tu bandora wan tuneye; lê belê di Qur’anê de cî digrin. Gelo hîkmetê vê çi ye?   

Bersiv: Wergera ayeta ku bingeh e ji bo pirsa we wiha ye:

Gelî bawermendan! Bêyî ku ji bo xwarinekê destûr ji we re bê dayîn –wext bêwext- neçin malên Pêxember; lê belê heke hûn bên vexwendin herin, piştî ku we xwarin xwar di cih de belav bibin. Ji bo sohbetê li hawirdorekê megerin. Ev helwesta we Pêxember xemgîn dike, lê belê ew ji we şerm dike. Xwedê ji gotina heqiyê fedî nake. Dema ku hûn tiştekî ji xanimên wî bixwazin li pişt perdeyê bixwazin. Ev, hem ji bo dilên we hem jî ji bo dilên wan bizaveke pak e. Ji we re qet ne helal e ku hûn Qasidê Xwedê biêşînin û piştî wî xanimên wî mar bikin. Bê guman vê tevgera we li nik Xwedê (gunehekî) mezin e.” (Ehzab, 33/53)

Bê guman cîgirtina van ayetan di Qur’anê de di gelek mijaran de ji me re dibin arîkar. Heke em çend heban rêz bikin:

  • Di vir de û di ayetên mîna vê de yên ku qala jiyana Pêxemberê me ya taybet dikin bêjeya Resûl (qasid) nabore, kelîmeya Nebî derbas dibe. Ev rewş dibe wesîleya ku em wekî mînakê têgehên resûl û nebî yên gelekî muhîm in bi awayekî rêkûpêk fêhm bikin. Lê mixabin hema çi bigre di temamê wergerên Qur’anê de bêyî ku ev cudahî were hesabkirin, bêjeya “pêxember” tê bikaranîn. Lê belê di ayetên ku bêjeya resûl di wan de dibore  gava kelîmeya pêxember jî were xebitandin dîtina cudahiya di navbera wan de ji van wergeran dibe bêîmkan. Nebî, meqamê ku Xwedê daye kesê ku ew bijartiye. Resûl jî kesê ku -çi nebî be çi jî ne nebî be- ayetên Xwedê digihîne bendeyên Wî. Ango peywira qasidiyê dike. Bi bêjeya Nebî, aliyê Muhemmed aleyhisselam yê însanî tê destnîşankirin. Lewra di hin ayetên ku bi zimanekî gelekî tund tê hişyarkirin de jî kelîmeya nebî dibore. Mirov dikare ayeta pêşî ji sûreyê Tehrîm wekî mînak nîşan bide.   Lê belê di halê resûltiyê de ne pêkan e ku Pêxemberê me şaşiyê bike. Lewra di wê gavê de bi ragihandina ayetên Xwedê bi awayekî rast berpirsyar e. Ji ber vê ye ku di Qur’anê de her daîm qala îtaeta resûl tê kirin; lê îtaeta nebî qet nayê dîtin. Ha ayetên bi vî rengî, ji bo cudakirina herdu têgehan ji hev û ji bo têgihîştina wan gelekî girîng in û cihekî xwe yê taybet hene. Ji bo agahiyên berfirehtir di der barê mijarê de hûn dikarin berhema (Fatih Orum) “Nebî ve Rasûl” û (Zeki Bayraktar) “Kur’an ve Sünnet Ama Hangi Sünnet” yên ku ji Weşanxaneya Weqfa Suleymaniyeyê derketine bixwînin.
  • Ev ayetên han nîşanên herî mezin in li ser wehya ku ji Pêxemberê me hatiye hinartin wî bi temamî ragihandiye. Lewra di nêrîna pêşîn de hin ayetên ku her wekî bi tenê wî eleqedar dikin dixuyin jî di Qur’anê de cî digrin. Ev jî tê wateya ku temamê tiştên bi wesfê qasidtiyê jê re hatine hinartin  teblîx kirine.
  • Wekî din em bihizirin ku Xwedê Teala heke bixwesta hin tiştên ku bi tenê mirovên wê demê eleqedar dikirin bihinarta dê çi bikira? Ma dê ji Resûlullah re bigota “vê ragihîne van mirovan bi tenê, ne hewce ye ku tu têxî nav Qur’anê?” Heke wiha gotibûna divê ku Qasidê Xwedê ji bilî Qur’anê wehyeke din girtiba û ew bi tenê ragihanda hin mirovên diyar. Lewra îro li hin derdoran angaşta ku  Qasidê Xwedê ji bilî Qur’anê wehya ku jê re dibêjin “xeyrimetluw” girtiye, dikin hene û bi sedema ku beşeke ji hedîsan wiha dibînin jî wekî Qur’anê erk û peywira teşrî (danîna qanûnan) nade Resûlullah. Lê belê bi sedema peywira risaletê divê ku Qasidê Xwedê wehya ku jê re hatiye hinartin ragihîne temamê mirovan (Maîde, 5/67) Ha ev û ayetên wekî vê li ser mijara ku ji bilî Qur’anê wehyeke bi navê wehya xeyrimetluw tuneye delîla herî baş e. Resûlullah, bêyî binêre ka kê eleqedar dike çi tiştê ku ji Rebbê me girtiye teblîx kiriye, wê jî cihê xwe di Qur’anê de girtiye.
  • Ayetên Qur’anê bi azîneya ku Xwedê bi xwe diyar kiriye hatine tertîpkirin. Ji bo gihaştina çareseriyên ku jê re hikmet tê gotin divê ku ev azîne bi awayekî rast û durist were bikaranîn. Di rewşeke wiha de dibe ku ayeteke qet em hêvî nakin di mijareke din de yaka din şîrove bike. Ji ber vê yekê heke ayetek di Qur’snê de cî girtibe, kî dizane bê ka bi ayetên di mijarên din de çiqas têkildar e. Ji bo bidestxistina agahiyên berfirehtir di der barê vê azîneyê de hûn dikarin serî li berhema Fatih Orum ya bi navê “Kur’an ve Sünnet Temelinde Kur’an’ı Anlama Usûlü ” bidin.