Fetwayen Kurdi
Gelo îfadeya esatîru’l-ewwelîn di wateya “çîrokên pêşiyan” de ye?

Gelo îfadeya esatîru’l-ewwelîn di wateya “çîrokên pêşiyan” de ye?

Pirs: Ma îfadeya esatîru’l-ewwelîn ya ku di çend ayetan de dibore bi wateya “çîrokên pêşiyan” e?

Bersiv: Terkîba “أَسَاطِيرُ الْأَوَّلِينَ = esatîru’l-ewwelîn” di Qur’anê de 9 caran dibore. Ev terkîb, di berhemên tefsîr û wergerên Qur’anê de bi awayê “çîrokên pêşiyan” tê watebarkirin. Bêjeya “أَسَاطِيرُ”, bi qalibê lêker û nav di 16 cihan de derbas dibe. Ev bêje, ji herfên “s-t-r=س ط ر ” pêk tê. Rewşa wê ya lêkerî “سَطَرَ” ye û bi wateya “hîzakirina tiştekî, sefkirina tiştekî” ye. Li ser meseleyê ev bêje bi awayê mecazî, ji bo “avakirina avahiyekê bi hîza, çandina daran bi hîza” tê bikaranîn. Bêjeya “مُصَيْطِر” ya ku ji heman kokê hatiye çêkirin jî di Qur’anê de di wateya mecazî de ye û bi awayê neyînî di wateya “kesên mirovan dixe hîzayekê, sef bi wan dide girtin” tê xebitandin.

Wateya “nivîsandinê” jî gengaz e ku bi sedema bi nivîsandinê “herf dikevin hîzayekê, rêzkirina wan bi awayekî watedar” her wekî ku sef bi wan hatibe girtin. Lewra wateya “birêkûpêkirin, hîzakirin” di bêjeyên “الْمِسْطَرَة” de ya bi wateya “rastekê” ye, “المَسْطَرين” ya ku bi wateya “kevçik”e, “السَّاطوُر” ya ku bi wateya “kêra qesab” e, “السَّطْر” ya ku bi wateya “hîzaya di metin de, qor” e, “المُسَيْطِرُ” ya ku bi wateya “mirovê ji çavdêrî û birêkûpêkirina yekî berpirsyar e” yên ku ji heman kokê hatine çêkirin de jî hene.

Xebitandina di Qur’anê de jî, vê wateya bingehîn ji bo lêkerê ditekizîne. Heke em rêza nuzûlê ango daketine sûreyan bidin ber çavan, ev bêje cara yekem di ayeta pêşî de ji sûreyê Qelem dibore. Ev di heman demê cihê yekem e ku bêje bi qalibê lêkerî cî digre. Di ayetê de sond bi qelem û tiştê ku bi qelem hatiye nivîsandin tê xwarin (وَالْقَلَمِ وَمَا يَسْطُرُونَ), bi vî awayî têkiliya “سَطَرَ” lêkerê bi qelem re bi awayekî zelal hatiye diyarkirin. Ji xwe bêjeya “أَسَاطِيرُ” ya ku di ayeta 15an de ji sûreyê Qelem derbas dibe jî di vê wateyê de ye. Tiştê ku di tefsîran de di der barê ayeta yekem ji sûreyê Qelem “وَمَا يَسْطُرُونَ” de tê gotin, bo diyarkirina wateya bingehîn ya bêjeyê tesbîtên girîng in.

Îfadeyên ku di tefsîran de di der barê (وَكِتَابٍ مَسْطُورٍ) –ayeta duyem ji sûreyê Tûr- diborin jî muhîm in. Tefsîrzan bi gelemperî ji bo bêjeya “مسطور” a ku rengdêra kelîmeya “kitab”ê ye, wateya “nivîsandî = مكتوب” didin. Îfadeya “وَكِتَابٍ مَسْطُورٍ” di wateya derbasî rêzan bûye, ango kitêba ku hatiye tomarkirin, parastin e. Lewra di ayeta paş de “فِي رَقٍّ مَنْشُورٍ”  qala vî karî ango behsa malzemeyên tomarkirin û derbaskirina rêzan tê kirin. Kelîmeya “قِرْطَاسٍ / قَرَاطِيسَ” ya ku di Qur’anê de du caran hatiye bikaranîn jî malzemeyê ku di tomarkirina wehyê de tê xebitandin îfade dike.

Di der barê “كَانَ ذَلِكَ فِي الْكِتَابِ مَسْطُورًا” de ya ku di du ayetan de derbas dibe de jî şîroveyên li gorî wateya bingehîn ya bêjeyê hatine kirin. Tefsîrzan ji bo bêjeya “مَسْطُور” ya ku di herdu ayetan de derbas dibe wateya “hatiye nivîsandin” didin.  Heta ji bo îfadeya “كَانَ ذَلِكَ فِي الْكِتَابِ مَسْطُورًا” ya ku di ayetê de dibore, qala qiraet/xwendineke  bi vî awayî “كان ذلك عند الله مكتوبا” dikin. Ev xwendin divê ku bi awayê şîrovekirina ayetê be.

Lê belê di ayetên ku bêjeya “أَسَاطِيرُ” ya ku ji heman kokê hatiye çêkirin de û watebarkirina wê di pirtûkên tefsîr û wergerên Qur’anê de bi awayê “meselok, çîrokan” gelekî balkêş e. Bêje 9 caran di Qur’anê dibore. Pêkan e ku bi sedema ku -ji bilî yekê- temamê sûreyên ku ev bêje di wan de derbas dibe Mekkî ne û hizra ku li Mekkeyê ehli kitêb tunene bandor li watebarkirina vê bêjeyê kiribe. Wergera ayeta 4 û 5an ji sûreyê Furqan -ji sûreyên ku ev bêje tê de derbas dibe- wiha ye:

Ew ên bûne kafir gotin: ‘Ev (Quran), Muhammed ji cem xwe ve li ser navê Xwedê lêaniye û civakeke din jî arikariya wî kiriye.’ Bi rastî jî ew ketine zilm û derewkariyê. Wan wiha jî gotin: ‘Ev, yên ku di rêzikên ên berê de ne; daye nivîsandin, vêca sibeh û êvarê tê hînkirin.’”

Di ayeta 4an de qala kesên ku dibêjin tiştên ku Resûlullah teblîx dike ne wehya Xwedê ye û bi arîkariya hin kesên din vê derdixe holê ango ew dibêje “Xwedê ji min re wehî kir” û ji mirovan re dixwîne, dike. Wekî din ev kes wiha jî dibêjin “ev, yên ku di rêzikên ên berê de ne”, ya ku Resûlullah teblîxî wan dike ji aliyê hin kesan ve sibeh û êvarê li ser tên xwendin. Ango li gorî angaşta wan Resûlullah guh didêre piştre wan dide nivîsandin. Tê gotin ku lêkera “اكْتَتَبَ” bi wateya nesixkirin û dannivîsandinê ye. Lewra hin tefsîrzan di şîroveya vê ayetê de dibêjin ku kesên ku di ayetê de behsa wan hatiye kirin bi vî awayî  îtiraz dikirin: “Muhemmed van tiştan ji ber ehli kitêban îstinsax dike, ji wan dixwaze ku tiştê di berhemên wan de ne jê re bên nivîsandin.”

Ayeteke din a ku bêjeya “أَسَاطِيرُ” tê de dibore wiha ye:

Dema ku ayetên Me ji wan re tên xwendin, dibêjin: ‘Erê me bihîst; heke em bixwazin em jî dikarin weke van bibêjin. Ev, bi tenê ji yên ku di rêzikên ên berê de ne pêk tê.” (Enfal, 8/31)

Di ayeta jorîn de qala hin kesên ku gava ayetên Qur’anê ji wan tên xwendin dibêjin ev ne tiştekî nû ye, berî vê jî me ev bihîstiye, heke em bixwazin em jî dikarin heman tiştan bibêjin, dike. Lewra di dewama wê de dibêjin ayetên ku li ser wan tên xwendin di rêzikên ango berhemên yên beriya wan de hatine tomarkirin. Ew wiha dihizirin: Ayetên ku li ser wan tên xwendin ne wehya Xwedê Teala ya bi bal Muhemmed ve ye; wî ew ji berhemên berê berhev kirine. Lewra di ayeta paş de diyar dibe ku li gorî fikir û baweriya wan ayetên ku li ser wan tên xwendin ne peyxameke nû ye.

Wekî encamê rûyekî îtiraza li Resûlullah, ji van îtirazên jêr pêk dihat: Ya ku tu dibêjî em dizanin, ev di berhemên berê de jî hene, tu tiştekî nû nabêjî, jixwe tiştê ku em dizanin û madem tu tiştê li ber destê me ye dubare dikî çima em qîmetekî din bidin te û bibin peyrewê te. Di esasê xwe de îtiraza van kesan, ji aliyê wan ve dibe îtirafa bi wesfê museddiqtiyê ji bo Qur’an û Muhemmed (s.a.w).

JÊDER: Fatih Orum, Tasdik Tebyin ve Nesih, Weşanên Weqfa Suleymaniyeyê (Süleymaniye Vakfı Yayınları), Stenbol, 2016, rp: 105 û piştî wê.