Fetwayen Kurdi
Bavê ku kafir be, gelo tu mafê wî li ser zarokên wî yên Musulman heye?

Bavê ku kafir be, gelo tu mafê wî li ser zarokên wî yên Musulman heye?

Pirs: Bavê min baweriya wî bi Xwedê Teala tune ye. Ji ber ku diya min pîrekeke misilman bû, ew berda û bi pîrekeke din re zewicî û ji wê zarokekî wî çêbû. Diya min bê ku tu tiştekî madî jê bixwaze, berdan qebûl kir. Niha, ne em wî dibînin û ne jî ew me dibîne û dilê me li hember wî sar e. Di dînê me de çi li hemberî wî û eqrebayên wî û çi jî li hemberî kurê wî yê ji pîreka din, tu mesûliyeteke me ya olî heye? Ango mafên ku ji dê û bav re hatiye dayin, ji wî re jî heye yan na?

Bersiv: Diya we, ji ber ku hatiye berdan ji aliyê jinantiyê ve li hemberî mêrê xwe yê berê, tu erkeke wê ya olî tune ye. Lê belê hûn kurê bavê xwe ne û kurê wî yê din jî birayê we yê ji bav e. Şayed bavê we dujmuntiya dîn jî bike, heram e ku hûn têkilatiyên xwe jê bibirin. Hûn çi hez bikin û çi jî hez nekin, dema ku feqîr bin wekî zarok û birayekî, nefeqeyên wan di stûyê we de ye. Ev helwest û rewş, ji bo ku dilê bavê we bi misilmantiyê germ û nerm bibe jî pir muhîm e.

Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:

Eger dê û bav, bi te re têbikoşin da ku ya tu pê nizanî ji Min re bikî şerîk, wê çaxê tu bi gotina wan meke! Li dinyayê bi wan re xweş derbas bike û tu bide rêya kesê berê xwe daye Min. Paşê vegera we bes bi bal Min ve ye. Wê çaxê ya ku we dikir Ez ê we pê agahdar bikim.”[1]

Hay ji Xwedayê ku hûn bi navê wî tişta jihev dixwazin hebin û hay ji pêkanîna mafê xizman jî hebin.”[2]

“Ji Xwedê re bendeyiyê bikin û qet tiştekî jê re nekin hevpar. Li dê û bav û lêzimên xwe, li sêwî û belengazan, li cîranên nêzîk û yên dûr, li hevalên ba xwe, li rêwî û yên di bin destê we de ne, qenciyê bikin. Xwedê ji yê xwedbîn û qure hez nake.” [3]

Mafê lêzim, xizan û rêwiyan bide, lê îsrafê meke.”[4]



[1] Loqman, 31/15.

[2] Nîsa, 4/1.

[3] Nîsa,4/36.

[4] Îsra, 17/26.