Fetwayen Kurdi
Hukmê pîrozkirina roja jidayikbûnê çi ye?

Hukmê pîrozkirina roja jidayikbûnê çi ye?

Pirs: Di Îslamê de hukmê pîrozkirina rojbûyinê çi ye?

Bersiv: “Pîrozkirinên rojbûyinê, divê ku ji aliyê armanca pîrozkirina wê û encamên ku jê dertên, bê nirxandin. Di pîrozkirinê de eger armanc sirf, jidayikbûna yekî/ê be, an jî ji bo ku gihaştiye wî temenî kêfxweşiya xwe bi yên derdora xwe re parve bike; li hev kom bibin û demeke xweş bi hev re derbas bikin, bi şertê ku li gorî pîvanên meşrû bê kirin, mirov dikare bibêje ku maqûl û caiz e. Lê belê, wekî kêf û şahiyên sersalê, ger ev şahiyên han dilbijandina çanda biyanî û unsûrên teqlîdkirinê tê de serdest bin û di pîrozkirinê de mirov derkevin dervê pîvanên meşrû, jixwe wê mehzûr be.”[1]



[1] H. Yunus Apaydın, Diyanet İlmihal: II, İslam Ve Toplum, rp. 483.