Fetwayen Kurdi
Bêjeya ummetê di Qur’anê de di kîjan wateyan de hatiye bikaranîn?

Bêjeya ummetê di Qur’anê de di kîjan wateyan de hatiye bikaranîn?

Pirs: Bêjeya “ummet”ê di sûreyê Yûsuf ayeta 45an de di wateya “demek diyar” de hatiye bikaranîn. Gelo di bijartina vê bêjeyê de hikmeteke ku bê zanîn heye?

Bersiv: Bêjeya “ummet”ê di Qur’ana Pîroz de bi wateyên cuda hatiye bikaranîn. Mirov dikare wan wateyan di bin çar beşan kom bike:

  1. Di wateya “dîn, bawerî”yê de: Yûnus, 10/19; Enbiya, 21/92
  2. Di wateya “civak, komel”ê de: E‘raf, 7/159 û 181
  3. Di wateya “pêşeng, serok”: Nehl, 16/120
  4. Di wateya “dem, zemanekî dirêj” de: Hûd, 11/8; Yûsuf, 12/45.

Bêjeya “ummet”ê di sûreyê Hûd ayeta 8an û sûreyê Yûsuf ayeta 45an de di wateya “koma zeman” ango “demeke dirêj” de hatiye bikaranîn. Di der barê ka çima ev bêje hatiye bikaranîn de tiştê ku bê gotin bi tenê şîroveyek e. Di encamê de wekî ku di her zimanî de heye, hebûna bêjeyên pirwate û hemwate (bêje bi çend wateyan be û îfadekirina wateyekê bi bi çend bêjeyên cuda) di zimanê ‘Erebî de jî tiştekî xwezayî ye.