Fetwayen Kurdi
Ma Qur’an kitêbeke ku bi tenê xitab/bang li mêran dike?

Ma Qur’an kitêbeke ku bi tenê xitab/bang li mêran dike?

Pirs: Ma Qur’an kitêbeke ku bi tenê xitab/bang li mêran dike? Çima her gav di cihên ku behsa jinan dike de bi navgîniya mêran îfadeyên “ji pîrekên xwe re bibêjin” hatine bikaranîn?

Bersiv: Qur’ana Pîroz bi tenê xitab/bang li mêran nake, ew kitêbeke ku bang li her Misilmanê mêr û jin dike. Di ayetên ku bi xitabên gelemperî hatine mîna “Gelî zaroyên Adem”, “gelî mirovan”, “ummet”, “civak”, “mêr û jin”, “mêrên bawermend jinên bawermend”, “mêrên Misilman, jinên Misilman” û hwd. de jin jî her gav hene.

Lê belê bi sedema ku muxatebê pêşîn Nebiyê me ye, di diyarkirina gelek hukum û biryaran de rasterast xitab li şexsê wî hatiye kirin.

Li ser meseleyê ayetên li jêr bi vî rengî ne:

 “Ji zilamên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigrin û cihên şermegeha xwe biparêzin…” (Nûr, 24/30)

“Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigrin û cihên şermegeha xwe biparêzin. Ji beşa ku xuya dike pê ve -ew ne tê de ye- bila xeml û zîneta xwe dernexin der. Bila çarikên xwe berdin ser sîngên xwe…”(Nûr, 24/31)

Ey Pêxember! Ji xanimên xwe re, ji keçên xwe re û ji pîrekên bawermendan re bibêje: Bila bi cilbabên xwe (çarikên xwe yên mezin) bedena xwe binixumînin…” (Ehzab, 33/59)

Di van îfadeyan de rewşeke awarte tuneye. Di hin ayetan de jî rasterast bang li jinan hatiye kirin:

Gelî xanimên Pêxember! Kî ji we bêtoretiyeke ku bê çespandin bike, dê ezabê wê du qat be. Ev li ba Xwedê hêsan e.” (Ehzab, 33/30)

Kî ji we li ber Xwedê û Resûlê Wî serê xwe bitewîne û  karê qenc bike, Em ê xelata wê du qat bidinê. Jixwe Me ji bo wê rizqekî bi comerdî amade kiriye.” (Ehzab, 33/31)

Gelî xanimên Pêxember! Hûn ji jinan ne mîna yekê ji wan in. Heke hûn ji Xwedê ditirsin bi nazdarî xeber nedin, vêca dê bi yê dilxerab re umûd çêbibe. Hûn gotinê, bêyî ku cidiyetê xera bike bibêjin.” (Ehzab, 33/32)

Di malên xwe de rûnin, mîna serdema Cahiliyeyê jinaniya xwe dernexin pêş, bi berdewamî nimêj bikin, zekatê bidin û bi gotina Xwedê û Qasidê Wî bikin. Gelî ehlê mala Pêxember! Daxwaza Xwedê bi tenê ku qirêjê ji we dûr bixe û we ji her kirêtiyê pak û paqij bike.” (Ehzab, 33/33)