Fetwayen Kurdi
Rojhilatnas û iddiaya ku Qur’an hatiye guhertin

Rojhilatnas û iddiaya ku Qur’an hatiye guhertin

Pirs: Di kalaneleke belgefîlman de filmekî ku -di der barê Qur’anê- li ber xebata zanyarê Elmanî Dr. Gerd Puin hatiye amadekirin de hat nîşandan. Di gel ku fîlm di serî de bi hevokên pesindayina Qur’anê destpê dike jî di nav re û di dawiya film de iddiayên mîna Qur’an hatiye guhertin, bêjeyên ji zimanên biyanî tê de hene, wekî mînak wateya resen ya bêjeya Hûri “tirî” ye, tê bilêvkirin. Ma zanyariyên ku piştevaniya van tiştan bikin hene? Wekî din heke bêjeya Hûrî bi rastî jî di wateya “tirî” de be, ma ne pêkan e ku Qur’an wateyeke nû û resen li bêjeya hûrî bar kiribe? Ango wekî em ji hedîsan jî dizanin tê gotin ku bi sedema zelaliya hûriyan mêjiya di hundirê hestiyan de jî tê dîtin. Tirî jî ji ber şefafiya xwe hundirê wê, dendika wê ji der tê dîtin. Ev iddia di rûpelên li ser înternetê de cih digrin. Min temamê wan ne nivîsandin. Hûn dikarin bersivekê bidin?      

Bersiv: Zanyariyeke ku piştevaniya van angaştan bike tuneye. Bi sedema ku muxatebên Qur’anê yên pêşî ‘Ereb bûn, Qur’an bi zimanê ‘Erebî hatiye hinartin. Digel vê jî di berhemên tefsîr û usûlê de diborin ku ji zimanên di wê heyamê de hebûne çend bêje hatine girtin û derbasî zimanê ‘Erebî bûne. Lê belê Xwedê Teala bi xwe ev bêje bikaranîne û piştre ji aliyê mirovan ve nehatine guhertin.

www.fetva.net/yazili-fetvalar/kuran-bir-kitap-haline-getirilirken-herhangi-bir-mudahale-olmus-mudur.html

Wekî ku we jî diyar kir di temamê zimanan de bikaranînên bi vî rengî hene. Bêjeyeke ku di esasê xwe de ji zimanekî din be ango bêje biyanî be, gava derbasî zimanekî nû bibe pêkan e ku wateyeke nû bigre û were bikaranîn.

Heke em werin ser mijara koka bêjeya hûrî û ka wateya wê çi ye:

“Bêjeya hûr, ji hewer a ku di wateya “spî, spîbûn”ê de ye hatiye çêkirin û pirjimara hewra ya ku sifet e. Hûriya ku di Turkî de bi yekjimarî tê bikaranîn di zimanê ‘Erebî de tuneye. ‘Ereb, li berevajî yên li çolan, ji bo îfadekirina spîbûna jinên ku li bajaran dijîn bêjeya hawariyat bikar tînin.

Bêjeyên ku ji koka hewerê hatine çêkirin di ayet û hedîsên cur bi cur de wekî unsûrekî xweşikiyê bi bal çavan ve hatine nisbetkirin. Zimanzanên ‘Ereb, di der barê ka wateya bêjeyê çi ye, ango çavê ku bi hewerê tê vegotin kîjan wesfan di xwe de digre de nêrînên cuda avêtine pêş. Esme‘î, gotiye ku ez nizanim hewer a di çavav de çi ye, lê belê zimanzanan bi gelemperî şayeseriyeke wiha kirine “tenspî, zelaliya spîbûna çavan, reştarî û gilover, ên ku qapaxa çavên wan tenik û narîn in.”  Li gorî vê qebûlê hurî, çavxezal e, ango temamê çav spî be, jixwe di însanan de tiştekî bi vî rengî nayê dîtin.

Bi sedema ku di ayet û hedîsên têkildar de car caran bi bêjeya hûr re rengdêra “‘în” jî tê zikirkirin, divê ku rewşa  çavgir (çavbaz) jî li ser vê teswîrê bê zêdekirin.” (Bekir Topaloğlu, “Huri”, Ansîklopediya Îslamî ya Diyanetê, c: 18, rp: 387)