Fetwayen Kurdi
We çima ayeta 29an ji sûreyê Sad ji wergerên din cuda tercume kiriye?

We çima ayeta 29an ji sûreyê Sad ji wergerên din cuda tercume kiriye?

Pirs: Di serê berhema we ya bi navê “Kur’an Işığında Aracılık Ve Şirk” de wergera ayetekê wiha cih digre “Ev, kitêbeke bi bereket e. Me ew ji te re hinart da ku pêwendiyên di navbera ayetên wê de bibînin û da ku yên dilpak jî wê di serê xwe de bi cih bikin.” (Sad, 38/29) Min li 20-25 wergerên cuda mêze kir, di yekê de jî “da ku pêwendiyên di navbera ayetên wê de bibînin” derbas nabe. Çima tiştekî wiha li ayetê hatiye zêdekirin?  Hûn dikarin rave bikin ka çima wiha hatiye wergerandin?

Bersiv: Li wergera ayetê tu tiştek nehatiye zêdekirin. Îfadeya “da ku pêwendiyên di navbera ayetên wê de bibînin”; wergera bêjeyên لِّيَدَّبَّرُوا آيَاتِهِ ne.

Gotina لِّيَدَّبَّرُوا ji koka دُبْر ye û di wateya ليتدبروا=da ku tedebbur bikin/bihizirin, de ye. دُبْر di wateya “paş” de ye. Tedebbur, ku mirov li pêş û paşê tiştekî û ka dê wate bigihîje kîjan encamê bihizire.[1]

Di der barê vê ayetê de di tefsîra Keşşaf de raveyeke wiha heye:

“Tedebbura ayetan; hizirkirina li ser wan, ji wateya pêşî dîtina pêwendiyên rast û wateyên xweşik e. Lewra kesê qîma xwe bi wateya pêşî ji ayeta ku tê xwendin bîne, gelek caran jê fêde nabîne. Rewşa vî kesî, wekî rewşa mirovê ku hêştira xwe ya nû zaye û pir bi şîr e nadoşe ye. An jî wekî rewşa kesê ku caniyeke wî ya mê û derfeta ku pir caran bizê hebe, lê belê naxwaze ku caniyekê jê bidest bixe ye. (Ji zanyarên tabiiyan) Hesenê Besrî hatiye ragihandin ku wiha gotiye: Vê Qur’anê, zarok û koleyên ku pêwendiyên wê nizanin jî dixwînin. Herfên wê jiber dizanin, lê belê haya wan ji tiştê ku ew dorpêç kiriye tuneye. Yekî wiha radibe dibêje: “Wellahî, bêyî ku herfekê jî bihêlim min temamê Qur’anê xwend.” Lê belê wellahî wî temamê Qur’anê terk kiriye. Lewra bandora Qur’anê li ser exlaq û kirinên wî nayê dîtin. Bêyî zanîna tiştê ew dorpêç kiriye ka çawa tê jiberkirin? Wellahî, çawa ew ne kesên ku biryarên rast jê derxin, ew ne hafizên wê ne jî. Xwedê jimara kesên wiha zêde meke!… Xwedêyo! Me bigerîne ji alimên ku tedebbur dikin. Me ji xwendevanên ku xwe tiştekî dizanin jî biparêze.”[2]

Da ku em bikaribin gotina tedebburê di zimanê Turkî vebêjin me îfadeya “da ku pêwendiyên di navbera ayetên wê de bibînin” bikar anî. Mirov dikare îfadeya “da ku li ser ayetên têkildar bifikirin” jî bikar bîne. Bi baweriya me wergera ayetê bi bal zimanê Turkî bi şeklekî din nayê kirin.

[1] ودَبَّرَ الأَمْرَ وتَدَبَّره: نظر في عاقبته، ، والتَّدَبُّر: التفكر فيه. Lisanu’l-Arab.

[2] Ebu’l-Qasım Carullah Mahmudê kurê ‘Umer ez-Zemexşerî, el–Keşşaf, Tehqiq: ‘Adil Ehmed Abdulmewcd, ‘Eli Muhemmed Mu‘wwid, Mektebetu’l-‘Ubeykan, Riyad 1998, c: 5, rp: 263.