Fetwayen Kurdi
Ma li gorî ayeta 54an ji sûreyê E‘raf, şev li pêş e yan ro?

Ma li gorî ayeta 54an ji sûreyê E‘raf, şev li pêş e yan ro?

Pirs: Hûn dibêjin ku li gorî vê ayeta ji sûreyê Yasîn “Ne roj digihîje heyvê, ne jî şev dikare bide pêşiya royê. Her yek ji wan di çerxekê de diherikin” (Yasîn, 36/40), “roj, bi royê dest pê dike, şev li pey wê tê.” Di vê kontekst/bendê de ma divê em ji sûreyê E‘raf beşa ayeta 54an “şevê, bi roya ku bi berdewamî dide pey dinixumîne…” çawa fêhm bikin? Ma li gorî vê ayetê em nikarin bibêjin ku şev beriya royê ye?

Bersiv: İfadeya di sûreyê E‘raf ayeta 54an de derbas dibe wiha ye:

Ew, royê bi şeva ku bi berdewamî li pey e dinixumîne

Ji ber ku yê dide pey tiştekî her dem li paş e, şev her roj dide pey royê, digihîjê, ser wê digre lê belê bi tu awayî nikare wê derbas bike. Ango ev ayet, wateya ayeta 40an ji sûreyê Yasîn zelaltir dike. Ji ber vê yekê, bi hereketkirina ji vê ayetê ne pêkan e ku mirov bibêje şev beriya royê ye.

Ji bo agahiyên berfirehtir di der barê bersiva pirsa “Li gorî hesabê Îslamî şev li pêş e yan ro?” ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/islami-hesaba-gore-gece-mi-once-gelir-gunduz-mu.html