Fetwayen Kurdi
Ma Qur’ana Pîroz di 23 salan an jî bi tenê di mehekê de hatiye hinartin?

Ma Qur’ana Pîroz di 23 salan an jî bi tenê di mehekê de hatiye hinartin?

Pirs: Her gav ji me re dihate gotin ku Qur’an, di 23 salan de nazil bûye. Lê belê em vê jî hîn bûn ku agahiya li dijî Qur’anê yan jî ne munasibî wê be nayê qebûlkirin. Pirsa min ev e: Di sûreyê Beqere ayeta 185an de hatiye diyarkirin ku Qur’an di meha Remezanê de hatiye hinartin. Ma Qur’ana di mehekê de yan jî di hundirê 23 salan de hatiye hinartin? Hûn dikarin vê mijarê zelal bikin?

Bersiv: Di sûreyê Beqere ayeta 185an, ayetên pêşîn ji sûreyê Duxan û di sûreyê Qedir de tê ragihandin ku Qur’an di meha Remezanê de di şeveke pîroz ango di şeva Qedrê de hatiye hinartin.

Ayetên têkildar wiha ne:

Qur’ana ku ji mirovan re rêber e û ji bo veqetandina heq ji batilî delîlên aşkere ye di meha Remezanê hatiye hinartin.” (Beqere, 2/185)

a, Mîm. Sond be, bi Kitêba ronker a ku her tiştî rave dike. Bi rastî Me ew di şeveke pîroz de hinart. Em mirovan hişyar dikin. Her kar û barên xwedanhîkmet di wê şevê de ji hev tên veqetandin. Li gorî fermaneke ji cem Me, Em qasidan (firîşteyan) dişînin.”(Duxan, 44/1-5)

“Bê guman Me Qur’an di şeva Qedrê de hinart.” (Qedr, 97/1)

Ji van ayetan diyar dibe ku Qur’an ne bi carekê re; di meha Remezanê de û di şeva bi navê “Qedrê” ya pîroz de dest bi hinartina wê hatiye kirin. An na dê were fêhmê ku Qur’an bi temamî di şevekê de nazil bûye û ev nêrîn jî li dijî vê ayeta li jêr e:

Kafiran gotin: De bila Qur’an di carekê de jê re bihata hinartin. Me ew wisa (parçe parçe) hinart da ku Em dilê te pê mikûm bikin û Em yek bi yek (bi giranî) ji te re bixwînin.” (Furqan, 25/32)

Jixwe dema Qur’an ji serî heta dawî were xwendin dê bê dîtin ku di demek dirêj de hatiye hinartin. Hem ayetên li Mekkeyê hem jî yên ku li Medîneyê hatine hinartin û behsa têkoşîn û cengên Pêxemberê me û hevalên wî, rewş û helwesta kesên kafir, munafiq û ehli kitêban dikin… Temamê van nîşanên girîng in li ser ku Qur’an di neqlekê û carekê de nehatiye şandin.