Fetwayen Kurdi
Gelo bi desmêjekê, çend limêj tên kirin?

Gelo bi desmêjekê, çend limêj tên kirin?

Pirs: Ma bi desmêjekê mirov dikare çend limêjan bike?

Bersiv: Desmêj, ji bo limêjê şert e. Heta ku desmêj neşikê mirov dikare pê limêj bike. Çiqas bixwaze, mirov dikare bike. Di vir de tu sînor û jimarek aşkere tune ye. Hedîseke ku bi vê mijarê re têkildar e ye:

Li gorî ku Suleyman kurê Bureyde ji bavê xwe (x.j.q) ragihandiye wî wiha gotiye: Pêxember (s.a.w) di roja fethê de hemî limêjên xwe bi desmêjekê kiriye û li ser xufikan mesih kiriye. Hezretî Umer (x.j.q) jê re dibêje “Ez qesem dikim bi navê Xwedê tiştê ku te îro kir, heta niha te qet nekiribû.” Qasidê Xwedê wiha bersiva wî dide: “Ya Umer! Min ev qesden kir.[1] Ango ya Umer min ev bi zanebûn kir, ne ku min xwe ji bîr kiriye.

Gotina Pêxember (s.a.w) “Min ev qesden kir” rastî û duristiya ku mirov dikare bi desmêjekê -heta ku mirov bêdesmêj nebe- pir limêjan bike, dide nîşandan.

Di Sehîha Buxarî de jî agahiya ku Pêxember (s.a.w) û hevalên xwe (x.j.q) heta ku bêdesmêj nebûbana bi desmêjekê pir limêj kirine, derbas dibe.[2]



[1] Muslim, Teharet, 86 (277).

[2] Bnh. Buxarî, Wudû, 54.