Fetwayen Kurdi
Ma pîreka bi cenabet, dikare şîr bide zaroka xwe?

Ma pîreka bi cenabet, dikare şîr bide zaroka xwe?

Pirs: Pîrek di dema cenabetiyê de dikare şîr bide zaroka xwe yan na?

Bersiv: Ne pêwîst e ku pîrek dema şîr dide zaroka xwe bi desmêj be. Di her hal û rewşê de dayik dikare şîr bide zaroka xwe. Çi bi desmêj çi bê desmêj, ji bi cenabet û çi jî di heyza de. Û ev tişt tu bandoreke neyînî li ser zarokê çênake. Tiştên ku di vê mijarê de tên gotin an jî bên gotin tu bingeh û esas ji wan re tune ne. Tiştên ku bandorê li zarokan dikin helwestên we ne û tiştên ku hûn hînî wan dikin.