Fetwayen Kurdi
Ma dema mesihkirina li ser xufikan, kengî dest pê dike?

Ma dema mesihkirina li ser xufikan, kengî dest pê dike?

Pirs: Wextê mesihkirina li ser xufikan, ji dema lixwekirina wan yan ji wexta ku desmêja mirov dişikê dest pê dike?

Bersiv: Dema meshê li gorî mezhebê Henefî ji bo kesê “muqîm” yanî ne rêwî şev û rojekê ye. Ango bîst û çar seet e. Ji bo kesê rêwî, sê şev û sê roj e. Yanî hetfê û du seet e. Destpêkirina wê demê jî piştî ku mirov xufikên xwe lixwe kir û bêdesmêj bû dest pê dike. Yanî îtibar ne bi wexta lixwekirina xufikan e, belbî ji dema mirov bêdesmêj dibe dest pê dike.

Li gorî Malikiyan tu dem ji bo meshê tune ye. Heta ku xusil li mirov wacib nebe mesih tê kirin. Lê belê ji bo kesên ku dê limêja înê bikin, “mendûb” (bi xêr e) e ku her în, xufikên xwe derxin û lingên xwe bişûn.

Li gorî Şafiî û Henbeliyan, kesê ku derkeve rêwîtîyeke helal yanî ne di rêya gunehkariyê de be, sê şev û sê rojan (heftê û du seet) dikare li ser xufikan mesh bike. Eger di rêya gunehkarî û me‘siyetê de be, şev û rojekê (bîst û çar seet) ye.[1]



[1] Bnh. Ömer Nasuhi Bilmen, Büyük İslam İlmihali, Stenbol “Dema Meshê”, rp. 77; paragraf: 156 û 158.