Fetwayen Kurdi
Bi mebesta dayîna jar û feqiran mirov dikare bi qumarê bilîze?

Bi mebesta dayîna jar û feqiran mirov dikare bi qumarê bilîze?

Pirs: Bi mebesta ku kara wê ji jar û feqîran re were dayîn ma mirov dikare bi lîstikên siûdê bilîze?

Bersiv: Nexêr, nabe. Lîstikên siûdê qumar e û qumar jî heram e. Li gorî qaydeyeke bingehîn ya huqûqa Îslamê jî “Niyetên baş heraman helal nadêrin.” Ji ber vê yekê bi çi mebest û niyetê dibe bila bibe, bi tu awayî ne caiz e ku mirovê Misliman bi lîstikên siûdê bilîze.