Fetwayen Kurdi
Gelo di Îslamê de kole û cêrîtî heye?

Gelo di Îslamê de kole û cêrîtî heye?

Pirs: Di Îslamê de kole û cêrîtî heye yan tuneye? Gelo di Qur’anê de li ser vê mijarê kîjan hukm û biryar hene? Pirsa min a herî dawî jî bêyî birîna marê ma mirov dikare bi cariyeyan re têkeve têkiliya cinsî?

Bersiv: Di Îslamê sîstema dîlên cengê heye; lê belê kolekirina dilên mêr û cariyekirina jinan teqez ne mewzûbehs e!

Di Qur’ana Pîroz de li gorî rewşa dîlan an fidye ji wan tê stendin an jî bêbedêl serbest tên berdan. Di vê wateyê de Qur’anê kole û cêrîtî bi temamî ji meriyetê rakiriye.

Di meseleya nîkahê de di navbera dilên cengê yên jin û jinên azad de tu cudahî tuneye. Li gorî Qur’anê têkiliya cinsî bêyî marê bi dîlekê re teqez heram e. Çawa ku bi yeka azad re bi rêya marê nîha tê birîn her wiha bi yeka dîl re jî bi tenê bi rêya marê mirov dikare pê re bizewice. Di mijara nîkahê de destûra hem weliyê van hem weliyê wan şert e.

Ji bo agahiyên berfirehtir hûn dikarin serî li nivîsa me ya ku di navnîşana jêr de ye bixin:

www.suleymaniyevakfi.org/guncel/savas-esirleri-ve-cariyelik.html