Fetwayen Kurdi
Ma sezayê qisasê li ser dîlên cengê tê tetbîqkirin?

Ma sezayê qisasê li ser dîlên cengê tê tetbîqkirin?

Pirs: Ez di ayeta 4an ji sûreyê Muhemmed -ya ku rewşa dîlên cengê radigihîne û behsa biryarên di der barê wan de dike- û ayeta 178an ji sûreyê Beqere -ya ku ji bo kesê bi hemdî yekî bikuje fermana bi qisasê dike-, ketim nakokiyê. Tiştê ku ez tê de mam ev e: Kesên ku di cengê de bawermend kuştine, ma li gorî ayeta 178an ji sûreyê Beqere dê qisas li wan were tetbîqkirin ango werin kuştin, an jî li gorî ayeta 4an ji sûreyê Muhemmed dê bi fîdyeyê yan jî bêbedêl serbest bên berdan?

Bersiv: Kuştina yekî di cengê de, di çarçoveya rê û rêbazên cengê de kirineke asayî tê pejirandin. Ji bo yekî ku beşdarî cengê bûye pirsa; te çima yek kuşt nayê kirin. Lê belê ji derveyî cengê kuştina yekî ne wisa ye. Bêyî hebûna herbê kuştina yekî tawan e û sezayê wê jî qisas e. Lê belê ji bo malbata kesê kuştî bexşandin û girtina xwînê her gav heye. (Bnr: Beqere, 2/178)

Mirov piştî ku di qada cengê de bi dîlî hat girtin, li gorî hukmên dîlan yên ku di ayeta 4an ji sûreyê Muhemmed, pê re tê tevgerîn.  Ew jî yan bêbedêl an jî piştî dayîna fîdyeyê serbest tê berdan. Hukmê qisasê li van kesan nayê tetbîqkirin.

Ji bo agahiyên berfirehtir di der barê hukmên ku li ser dîlên cengê tên tetbîqkirin ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

www.suleymaniyevakfi.org/tarih-arastirmalari/savas-esirleri-ve-cariyelik.html