Fetwayen Kurdi
Hukmê kişandina wêneyan çi ye?

Hukmê kişandina wêneyan çi ye?

Pirs: Hukmê kişandin û dankişandina wêneyan çi ye?

Bersiv: Wêne, ji tertîba şeklên candar û yên bêcan yên ku bi arîkariya rojikan li ser film, pêk tê.  Heke ev film derbasî  ser kaxizê bibe, jê re wêne tê gotin. Piştî hin kirinan heke derbasî ekran an jî perdeyê bibe ji vê re film an jî vîdeo tê gotin.

Nayê gotin ku mirovê film kişandiye di candarên ku wêneyê wan tê kişandin de tiştek afirandiye. Kesê ku wêne dikşîne, bi qasî ku candar û bêcanên li pêşberî xwe bi awayê herî layiq bikşîne serfinaz tê jimartin.

Şeklê ku di film de derdikeve holê, ji şeklê ku di mirêkê de derdikeve de, ne cuda ye. Her çiqas hebûna peyker an jî wêneyê candarekî li ser serê kesê ku nimêj dike, -digel ku ne nêzî wî jî be- li ser dîwarekî rast an jî çepê wî be yan jî li ser arîkê hatibe çêkirin an jî hatibe daliqandin mekrûb hatiye jimartin jî (Ömer Nasuhi Bilmen, Büyük İslam İlmihali, Stenbol 1992, rp. 229) hebûna mirêka ku şeklê mirovê nimêj dike yan jî şeklê candarên din diyar dike mekrûh nehatiye jimartin. Lewra mirêk, wî şeklê heyî, eynen nîşan nade.

Wekî din jî însan digel ku li pêşberî peyker û nîgaran rêzê nîşan didin û car caran wan dihebînin jî vê helwesta han li pêşberî film û wêneyan nîşan nedane.

Di encamê de ji aliyê olî ve kişandin û dankişandina wêneyan, ne qedexe ye.