Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare wêneyê însanan li malê daliqîne?

Ma mirov dikare wêneyê însanan li malê daliqîne?

Pirs: Merheba, pirsa min: Ma em dikarin wêneyên însanan an jî portreyên ku wêneyên însanan tê de hene daliqînin?

Bersiv: Wêne, ji tertîba şeklên candar û yên bêcan yên ku bi arîkariya rojikan li ser film, pêk tê.  Heke ev film derbasî  ser kaxizê bibe, jê re wêne tê gotin. Li gorî zanyariyên ku di berhemên fiqhê de diborin daliqandina wêneyan li malan ne qedexe ye; mekrûh e.