Fetwayen Kurdi
Ma di bara bikaranîna gopal de tu hedîsek heye?

Ma di bara bikaranîna gopal de tu hedîsek heye?

Pirs: Hin kes dibêjin ku hilgirtin û bikaranîna gopal sunet e. Ma Pêxemberê me, bi vê ferman kiriye? Birastî jî bikaranîna gopal sunet e? Ma di derbarê vê yekê de hedîs hene?

Bersiv: Di derbarê hilgirtin û bikaranîna gopal de di hin pirtûkan de ev riwayetên han cih digirin:

Hilgirtina gopal, nîşana kesên bawermend e, suneta Pêxemberan e.”

Paldana li ser gopal, rêçika Pêxemberan e.”

Kesê bihigêje çil saliya xwe û dar negire destê xwe, ew dibe asî.”

Lê belê ev riwayet, di tu jêderên pêbawer de nabore û li gorî daxuyaniya muhedisan, tu esl û binyadek ji wan re tune ye. Hatiye diyarkirin ku hin rawiyên (mîna Yehya kurê Haşim el-Xassanî) ku di zincîra senedê de derbas dibin jî bi lêanîna hedîsan namdar in.[1]

Eliyyu’l-Qarî gotiye ku ji ber ayetên 17-18 ji sûreyê Ta-Ha û bi sedem ku Qasidê Xwedê car caran bi gopal geriyaye, wekî tiştekî ne xerab lê hatiye nêrîn.

Ayetên têkildar wiha ne:

Ey Mûsa! Ew çi ye di destê te yê rastê de?”

 “(Mûsa) Got: Ew, gopalê min e. Ez pala xwe didimê û ez pelên daran ji pezê xwe re pê diweşînim û ji bo min hin pêdiviyên din jî pê hene.”

Di dewama ayetan de derbas dibe ku Xwedê Teala, li Mûsa ferman dike ku gopalê xwe biavêje erdê, gava gopal dikeve rûyê erdê pêre dibe mar. Ango darekî hişk û zûwa, bi awayekî mucîze di serî de dibe mar, piştre jî dîsa vedigere rewşa xwe ya berê. Ji ber vê yekê di ayetan de bi tu awayî agahiyên di lehê fezîleta bikaranîna gopal de cih nagire, lewra di wan de behsa rewşeke awarte, behsa mucîzeyekê tê kirin.

Rast e ku Qasidê Xwedê, piştî ku temenê wî mezin bûbû car caran gopal bikar dianî. Lê belê ev sunetiya bikaranîna gopal nade nîşandan. Lewra ev; mîna xwarin xwarina wî, vexwarin, lixwekirina kinc û cilan ji helwestên wî yên beşerî ne. Hukmê van tiştan jî îbahe/helalbûn e. Ango musluman, di kirin û nekirine van tiştên ku Pêxember kirine de serbest in.

Di derbarê ka kîjan helwesta Qasidê Xwedê sunet e, ji kerema xwe re nivîsa di navnîşana jêr de ye bixwînin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1028



[1] Bnh. Deylemî, Kitabu Firdewsi’l-Exbar, thq: Fewwaz Ehmed Zumerlî, Muhemmed Mu‘tasim Billah el-Bexdadî, Daru’l-Kitabi’l-‘Arabî, Beyrût 1986, II, 147, jimara hedîsê: 2750; Eliyyu’l-Qarî, el-Esraru’l-Merfû‘e, thq: Muhemmed Lutfî es-Sebbex, çapa 2’mîn, Beyrût 1986, rp. 179, jimara hedîsê: 147.