Fetwayen Kurdi
Ma hedîsa “Roja qiyametê ez ê berî her kesî têkevim bihuştê” sehîh e?

Ma hedîsa “Roja qiyametê ez ê berî her kesî têkevim bihuştê” sehîh e?

Pirs: Ma dereceya siheta hedîsa “Roja qiyametê ez ê berî her kesî têkevim bihiştê” çi ye?

Bersiv: Riwayeta bi şeklê “Roja qiyametê ez ê berî her kesî têkevim bihiştê”, di berhema Îmam Suyûtî ya bi navê Cami‘u’l-Ehadîs (hedîsên: 5666 û 5667) û Heysemî ya bi navê Mecme‘u’z-Zewaid (Fiten, hedîsa 12547) de derbas dibe.

Heysemî, îfade kiriye ku Muawiye kurê Wahib ê ku di zincîra senedê de dibore, nas nake. Gava em di bin sî û sîwana Qur’anê de lê binihêrin, xuya dibe ku ev riwayet, ne sehîh e. Lewra Xwedê Teala, li Pêxemberê me (s.a.w) ferman kiriye ku wiha bibêje:

Bibêje: Ez ne pêşîvanê qasidan im. Ez nizanim dê çi bi min û çi bi we jî bê kirin. Ez tenê didim pey wehya ku ji min re hatiye. Ez bes hişyarvanekî aşkere me.”[1]

Mîna ku di ayetê de hatiye diyarkirin, Qasidê Xwedê îfade kiriye ku nizane ka dê çawa tevger pêre bê kirin. Li gorî vê xuyaye ku gotina “Roja qiyametê ez ê berî her kesî têkevim bihiştê” ne pêkan ku ji aliyê Pêxember (s.a.w) ve hatibe gotin.



[1] Ehqaf, 46/9.