Fetwayen Kurdi
Ma Xwedê Teala li ku ye?

Ma Xwedê Teala li ku ye?

Pirs: Xwedê Teala li ku ye? Gelek ayet û hedîs nîşan didin ku Xwedê Teala li asîmanan e û her çar Îmamên mezheban jî vê yekê dibêjin. Çend ayetên ku wekî delîl anîne jî wiha ne: “Erê ma hûn ji Wî Xwedayê li jor, piştrast in ku kevirbaranekê bi ser we de nerijîne?” (Mulk, 17) “Ew ji Xwedayê xwe yê ku di ser wan re ye ditirsin û ya pê hatine fermankirin jî dikin.” (Nehl, 50) “Naxêr, wan Îsa nekuştiye, belkî Xwedê ew hildaye cem xwe.” (Nîsa, 158) Di derbarê mijarê de du hedîs wiha ne: “Pêxemberê me ji cariyekê pirsiye: “Xwedê li ku ye?” Wê jî wiha bersiv daye: “Li asîmana ye.” Vê carê pirsiye: “Ez kî me?” Dema cariyê bersiv daye gotiye: “Tu qasidê Xwedê yî”, Pêxemberê me ji efendiyê cariyê re gotiye: “Tu wê azad bike, lewra ew yeka bawermend e.” (Muslim, Ebû Dawûd, Nesaî). Li gorî ku Qasidê Xwedê, cariyeya ku gotiye Xwedê Teala li asîmana ye, yeka bawermend nîşan daye, ev yek dide diyarkirin ku ji bo îman û baweriyê divê ku meriv bizanibe Xwedê li asîmana ye. Pêxemberê me wiha jî gotiye: “Ma hêjî hûn bi min ewle nabin, digel ku ez emînê Xwedayê ku li asîmana ye, me?” (Buxarî û Muslim) Belê seydayê min li gorî ku min xwendiye Xwedê li asîmana ye. Em dikarin vê yekê di Qur’anê, hedîsan, gotinên sehabiyan de bibînin û baweriya çar Îmaman jî wiha ye…. Ma hûn di vê meseleyê çi dibêjin?

Bersiv: Dema سماء=sema tê gotin, berî her tiştî esman tê hişê meriv. Esman, temamê dinyaya gilover di xwe de digire, dipêçîne. Pêş, paş, jor û jêrê me tevde bi esman hatiye dorpêçkirin. Sema, bi wateya bilindahiyê jî tê. Ereb ji bo banê xênî, bo pişta hespê û heta ji bo gihaya ku ji erdê bilind bûye jî dibêjin sema. (Bnh. Îbn Faris, Mu‘cemu Meqayisu’l-Luxe)

Wêneyê li jor, ê dinyayê ye.[1] Pêş, paş, ser û binê wê tevde sema ye.

Tiştekî ku em Xwedê bişibîninê tune ye.[2]Yê ku li asîmanan Xweda û li erdê jî Xweda, Ew e. Her Ew e yê karbinecih yê zana.”[3]

Ê ku erd û asîman di şeş rojan de afirandine Ew e. Piştre li ser ‘Erş raser bûye. Ew, bi ya ku dikeve erdê û bi ya ku jê derdikeve, bi ya ku ji asmên tê xwarê û bi ya ku hildikişe asmên jî dizane. Hûn li ku derê bin, Ew ligel we ye. Xwedê bi ya ku hûn dikin, bîner e. Xwedanî û hukumraniya erd û asmanan jê re ye û her kar û bar bes bi bal Wî ve têne vegerandin.”[4]

Birastî Me însan afirandiye û Em bi ya ku nefsa wî jê re dibêje dizanin û Em ji rahjiyana (şahdamara) wî jî bêhtir nêzîkî wî ne.”[5]

Xwedê Teala bi zanîn û şiyana xwe li her derê ye. Ew ji rahjiyana (şahdamara) me jî bêhtir nêzîkî me ye. Ji vê bonê Ew, bi tiştên di dilê me de derbas dibin dizane. Firîşteyên ku li ser me wezîfedar in jî nêzî me ne, lê belê nêzîkatiya wan ne biqasî ku bi tiştên di dilên me de veşartî ne, bizanibin. Ew, bi tenê gotinên ji devê me derdikevin û karên ku em dikin, dizanin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

 “Li rast û çepê însên du peywirdarên rûniştî hene ku her hal û hereketên wî dinivîsin. Însan çi bibêje, her li balê çavdêr û amadekarek heye.”[6]

Birastî li ser we zêrevan hene. Ew, xwedanrêz û birûmet in, her tiştê hûn dikin dinivîsin. Ew, a ku hûn dikin dizanin.”[7]

Wê gavê peyva “Xwedê li esmana ye”, ne ji bo diyarkirina cihekî bo Wî, belbî ji bo îfadekirina mezinantiya Wî ye.



[1] Ev wêne ji navnîşana http://www.resimler.tv/resim4845.htm, hatiye girtin.

[2] Şûra, 42/11.

[3] Zuxruf, 43/84.

[4] Hedîd, 57/4-5.

[5] Qaf, 50/16.

[6] Qaf, 50/17-18.

[7] Infîtar, 82/10-12.