Pirs: Hedîseke bi vî rengî heye; kesê 6 rojan ji meha Şewwalê rojî bigre, her wekî ku salekê rojî girtibe. Gelo ev çiqas rast e? Li gorî min bihîstiye Ebû Henîfe û Îmam Malik dibêjin ku rojîgirtina di van rojan de mekrûh e. Ez dixwazim vê yekê jî bipirsim: Çima xêra rojîgirtina 6 rojan, biqasî rojiya salekê ye? Hûn dikarin vê yekê rave bikin?
Bersiv: Di berhemên hedîsê de di der barê rojîgirtina 6 rojan ji meha Şewwalê ev hedîsên han cî digrin:
“Kesê meha Remezanê rojî bigre, piştre 6 rojan ji Şewwalê li ser zêde bike, her wekî ku temamê salê rojî girtibe.” (Muslim, Siyam, 204 (1164)
“Kesê meha Remezanê rojî bigre, 6 rojan ji Şewwalê li ser zêde bike, her wekî ku temamê salê bi rojî derbas kiribe.” (Tirmizî, Siyam, 53)
“Kesê Remezanê bi rojî derbas bike, piştre pê re 6 rojan ji Şewwalê rojî bigre, her wekî ku temamê salê rojî girtibe.” (Ebû Dawûd, Sawm, 58)
“Kesê meha Remezanê (rojî bigre) û piştî cejnê 6 rojan rojî bigre, vê rojiya ku wî girtiye dibe wekî ku temamê salê bi rojî hatibe derbaskirin. Kî xêrê bike, biqasî deh qatên wê xêrê, jê re tê dayin.” (Îbn Mace, Siyam, 33)
Bersiva beşa duyem ji pirsa we mirov dikare wiha bide: Li gorî vegotina aliman xêra qenciyan bi deh qatan tê dayin. Ji ber vê yekê digel meha Remezanê girtina 6 rojan ji Şewwalê, her wekî ku mirov temamê salê bi rojî derbas kiribe:
Lewra deh qatên meha Remezanê, dike deh meh. 6 roj ji meha Şewwalê jî dike şêst roj ango du meh. Kesê bi vî rengî rojî girtibe, wekî kesê temamê salê (12 meh) bi rojî derbas kiribe, dibe xwedîxêr. (Ahmed Davudoğlu, Sahih-i Müslim Tercüme ve Şerhi, Mijara Rojiyê, 204 şîroveya hedîsa 1164an)
Bi rastî ev şîrove, bi naveroka ayetan re jî li hev dike: Lewra di ayetekê de Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Kî xêrekê bike jê re deh qatî wê heye. Kî jî xerabiyekê bike, bi tenê bi qatekî wê tê cezakirin. Li wan stemkarî nayê kirin.” (En’am, 6/160)