Fetwayen Kurdi
Ma pîreka bi rojî dikare li tama xwarinê binêre?

Ma pîreka bi rojî dikare li tama xwarinê binêre?

Pirs: We di malpera xwe de fetwa dayiye ku gava hevserê pîrekê cirnexweş be, pîrek dikare li tama xwarinê binêre. Hûn ji bo her gotineke xwe delîlekê tînin. Gelo delîla we di heqê vê yekê de çi ye? Hûn dikarin ji kerema xwe re vê delîlê aşkere bikin?  

Bersiv: Li gorî ayeta 187an ji sûreyê Beqere bi tenê xwarin, vewarin û têkiliya cinsî rojiyê betal dike. Nihêrtina li tama xwarinê, ne xwarin e ne jî vexwarin e. Ji lewre rojiyê betal nake. Lê belê gava sebebek tunebe divê mirov li tama xwarinê nenêre. Lewra di heman ayetê de hatiye fermankirin ku nêzî “sînorên” ji bo rojiyê hatine diyarkirin, nebin. Nihêrtina li tama xwarinê bêyî hebûna sebebekî dibe nêzîkayiya bi bal van sînoran ve. Bi sedema gava li tama xwarinê neyê nihêrtin îhtimala ku dê bêhizûrî li malê derkeve holê, dike ku mirov vê yekê di bin beşa zeruretê de binirxîne. Ev jî, mekrûhiyê ji holê radike.