Fetwayen Kurdi
Ma jina ducanî û ya şîr dide zarokê dê rojiyê bigrin?

Ma jina ducanî û ya şîr dide zarokê dê rojiyê bigrin?

Pirs: Pîreka ducanî yan jî ya şîr dide zarokê ma lazim e ku rojiya meha Remezanê bigrin? Heke negrin piştre dê qeza bikin an jî dê kefaret bidin?

Bersiv: Bi sedema ku pîreka ducanî û ya k şîr dide zarokê, dê zirarê bide xwe û zaroka xwe, ji girtina rojiyê ne berpirsyar in. Ji ber ku ji girtina wê ne berpirsyar in, rojiya ku di meha Remezanê de negirtine piştre qeza jî nakin. Ji bo rojiya ku nehatiye girtin kefaret jî lazim nake.

Ayetên ku behsa rewşa taybet ya pîrekên ducanî û yên ku şîr didin zarokên xwe dike wiha ne:

Ê ku hûn ji yek nefsê çêkirine Ew e. Ji wê jî hevjîna wê çêkir da ku bi bal ve vehewe. Çi dema mêr ew hembêz kir, bi barekî sivik bihemil bû. Bi vî halî demekê ma. Vêca çi dema barê wê giran bû, herduyan ji Rebbê xwe lava kirin û gotin: “Sond be eger tu zarokekî baş bidî me teqez em ê ji te re gelek spasiyan bikin.” (E‘raf, 7/189)

Me li însan ferman kir ku ji dê û bavê xwe re baş bin. Lewra dayika wî, bi çi zor û zehmetiyan ew di zikê xwe de hilgirtiye. Bişîrvekirina wî jî du salan dewam dike…” (Loqman, 31/14)

Bila dayik heta du salên tekûz şîr bidin zarokên xwe. Ev, ji bo yên ku dixwazin dema şîrdayînê temam bikin. Xwarin û vexwarina wan li gorî me‘rûfê, li ser bavê zarok e. Li gorî hêza xwe bi tenê mirov tê binbarkirin. Divê ne dê ne jî bav bi sedem zaroka xwe zirarê bibîne…” (Beqere, 2/233)

Di herdu ayetên serî de behsa rewşa jinên ducanî û di dema şîrdayînê de zehmetiyên ku jin dikşînin hatiye kirin. Di ayeta sêyem de jî hatiye îfadekirin ku mirov ji tiştê hêza xwe zêdetir nayê binbarkirin û ev ferman hatiye dayîn:

“Divê ne dê ne jî bav bi sedema zaroka xwe zirarê bibine.”

Dema mirov li jinên ducanî û yên ku şîr didin zarokên xwe dinihêre, diyar dibe ku zirara bi sedema zarokan dê bigihîje wan ji aliyê “tenduristiyê”ve ye. Lewra divê ew, hem xwe hem jî zarokên xwe xwedî bikin.

Xwedê Teala hem li tu kesî ji zêdeyî hêza wî bar lê nekiriye hem jî şîret li me kiriye ku em wiha lava bikin:

Rebbê me! Barê ku em ê di hilgirtina wî de zehmetiyê bikşînin li me bar meke.” (Beqere, 2/286)

Gava em van her çar ayetan bidin ber hev, diyar dibe ku berpirsyariya pîreka ducanî û ya şîr dide zarokê bi rojîgirtinê, tê wateya ku mirov ew xistine bin zor û zehmetiyê. Ji ber vê yekê ye ku Qasidê Xwedê Teala wiha gotiye:

Xwedê Teala ji rêwiyan nîvê nimêjê, ji jina ducanî û yên şîr didin zarokên xwe jî girtina rojiyê rakiriye.”  (Tirmizî, Sewm, 21; Îbn Mace, Siyam, 12; Nesaî, Siyam, 51)

Lewra rêwî, nimêjên çar rek‘et bi awayê du rek‘et dikin, herdu rek‘etên ku nekirine jî paşê qeza nakin. Ango berpirsyariya ji kirina herdu rek‘etan ji ser wan hatiye rakirin. Rewşa jinên ducanî û yên ku şîr didin zarokên xwe jî wekî wan e. Gava ev rewşa wan bi dawî bibe ji rojiya ku negirtine berpirsyar nayên girtin.

Ji bo agahiyên berfirehtir hûn dikarin li dersa me ya di navnîşana jêr de ye temaşe bikin:

www.kurandersi.com/mukayeseli-fikih-muzakereleri/2014/kimler-oruc-tutabilir