Fetwayen Kurdi
Ma cûtina benîşt rojiyê dişkîne?

Ma cûtina benîşt rojiyê dişkîne?

Pirs: Ma cûtina benîşt rojiyê dişkîne? Mekrûh e? An jî di cûtina benîşt de tu mehzûrek tuneye

Bersiv: Ömer Nasuhi Bilmen di berhema xwe ya bi navê Büyük İslam İlmihali yê de cî daye van agahiyên li jêr:

“Ji bo kesê bi rojî, cûtina benîştê spîyê ku berê hatiye cûtin û ji hev belav nabe, mekrûh e. Lê belê cûtina benîştekî nû, ne caiz e.”

Bi baweriya me jî ev gotin rast in. Lewra rojî, ji dema îmsakê heta roj biçe ava mirov bi niyeta îbadetê xwe ji xwarin, vexwarin û têkiliya cinsî dûr bigre. Lewra li gorî ayeta 187an ji sûreyê Beqere, xwarin, vexwarin û munasebeta cinsî rojiyê dişkîne. Di dawiya heman ayetê de wiha hatiye fermankirin: “Ev sînorên Xwedê ne, nêzî wan nebin.” Ji ber vê yekê tiştên ku mirov nêzî bi bal wan qedexeyan ve dikin jî divê mirov meke. Ango divê di dema rojiyê de ji her tiştê ku mirov nêzî bi bal xwarin, vexwarin û têkiliya cinsî ve dike, xwe dûr bigre. Di dema cûtina benîşt de îhtimal heye ku parçeyek jê bifire gewriya mirov. Ji lewre divê ku mirov di rojiyê de xwe ji cûtina benîşt dûr bigre.