Fetwayen Kurdi
Ma nexweş û kal-pîrên ku nikarin rojiyê bigrin divê çi bikin?

Ma nexweş û kal-pîrên ku nikarin rojiyê bigrin divê çi bikin?

Pirs: Ma nexweş, bêhêz û kal-pîrên ku nikarin rojiyê bigrin divê çi bikin?

Bersiv: Xwedê Teala piştî ruxseta negirtina rojiyê daye nexweş û rêwiyan wiha ferman kiriye:

Eger we bizaniba, rojîgirtin ji were bi xêrtir e.” (Beqere, 2/184)

Di ayeteke din de wiha ferman kiriye:

Xwedê her kesî bes li gorî hêza wî, wî binbar dike.” (Beqere, 2/286)

Li gorî Xwedê Teala radigihîne ku rojîgirtin ji bo kesê nexweş û rêwî bi xêrtir e, diyar dibe ku hêza wan ji bo girtina rojiyê heye. Jixwe di ayeta 185an ji sûreyê Beqere sedema vê ruxsetê wiha hatiye aşkerekirin:

Xwedê ji bo we hêsaniyê dixwaze, zehmetiyê naxwaze.”

Kesên bi sedema kalî û pîrîtiyê, ji ber nexweşiyê an jî hin sebebên din qet ne pêkan be ku rojiyê bigrin, ji rojiya ku Xwedê Teala girtina wê li mirovan ferz kiriye, ne berpirsyar in. Ew nabin wekî kesên “rojîgirtin ji bo wan bi xêrtir e.” Li aliyê din di der barê pîreka ducanî û ya şîr dide zaroka xwe de Pêxemberê me aleyhisselam wiha gotiye:

Xwedê Teala ji rêwiyan nîvê nimêjê, ji jina ducanî û yên şîr didin zarokên xwe jî girtina rojiyê rakiriye.”  (Tirmizî, Sewm, 21; Ebû Dawûd, Sewm, 43; Nesaî, Siyam, 61; Îbn Mace, Siyam, 12)

Pêxemberê me, ew bi dayina fitreyê jî binbar nekirine. Lewra fidyeya ku di sûreyê Beqere ayeta 184an de derbas dibe, dayina wê li kesên ku dikarin rojiyê bigrin ferz e. Li aliyê din bi sedema ku hêza van a li ser girtina rojiyê tuneye, ji dayina fitreyê jî ne berpirsyar in.