Fetwayen Kurdi
Ji bo derketina ji îhraman, ma divê çiqas ji por bê jêkirin?

Ji bo derketina ji îhraman, ma divê çiqas ji por bê jêkirin?

Pirs: Da ku meriv bikaribe ji îhramên hec û ‘umreyê derkeve, gelo mîqdarê ku ji por tê jêkirin çiqas e? Ango ma divê em porê xwe kur bikin, an jî divê em ji binî ve rût bikin?

Bersiv: Di vê mijarê de di mezheban de nerînên cuda hene. Henefî dibêjin ku herî kêm, ji çara yekê por divê bê jêkirin. Li gorî Şafiîyan jêkirina sê mûyan bi tenê jî têr dike. Lê Malikî û Henbelî dibêjin ku divê temamê por bê qusandin.

Ev cudahitiya di navbera mezheban de dide nîşandan ku di vê mijarê de delîleke ku pîvaneke teqez dide ragihandin, tune ye. Ji ber ku di ayeta 27’an ji sûreyê Fetih “helq: حلق”a ku bi mena jêkirina por ji binî ve cara pêşîn hatiye, “teqsîr: تقصير” kurkirin jî di asta duyem de derbas bûye, hatiye gotin ku ya baş ji bo mêran ku porê xwe ji binî ve jêbikin.

Dema por, biqasî mîqdarê ku di urfê de kurkirin tê hesibandin bê jêkirin, meriv dikare ji îhraman derkeve.