Fetwayen Kurdi
Ma rojname dikare xwendakarên xwe bi rêya kupon û pişkê bibe ‘umreyê?

Ma rojname dikare xwendakarên xwe bi rêya kupon û pişkê bibe ‘umreyê?

Pirs: Rojnameyekê par ji kiryarên xwe 100 kes birin hecê. Kesên dê biçin hecê bi pişkê hatin diyarkirin. Herkesê ku 49 kupon kom kiribe dikaribû beşdarî vê pişkê bibûna. Di vê rêxistinê de ma tu mehzûrek heye?

Bersiv: Eger xwendevan ji bo wan kuponan tu pereyekî din nedabe ango sirf bihayê rojnameyê dabe, di vê de tu mehzûrek tune ye. Diyarkirina 100 kesên ku dê biçin hecê bi rêya çîtikê, vê rêxistinê nake lîstikên sihûdê/qumarê. Lê eger ev rêxistin bi dayina tiştekî zêdeyî ji bihayê rojnameyê bê lidarxistin, wê demê ev dibe organizasyoneke qumarê.