Fetwayen Kurdi
Da ku meriv Qur’anê baştir fêhm bike, ma ilmê mentiqê ji meriv dibe alîkar?

Da ku meriv Qur’anê baştir fêhm bike, ma ilmê mentiqê ji meriv dibe alîkar?

Pirs: Xebata di warê ‘ilmê mentiqê de (çi ya kevn çi jî ya nûjen) ji bo têgihîştina mena Qur’anê gelo ji meriv re dibe alîkar? Di vê mijarê de hûn çi pêşniyar dikin?

Bersiv: Qur’ana Pîroz her dem bala meriv dikişîne ser xweza, aql û tefekurê û bûyerên li derdora meriv diqewimin tehlîl bike û bi hûrebînî lê binihêre. Ayetên Pirtûka Pîroz li muxatebên xwe yên difikirin û fikr û ramanên xwe bikar tînin bi awayekî zelal berpirsyariyan li wan bar dike. Ev hemî jî encax bi rê û rêgeza aqlê ku xwe ji pêşdaraziyan, ji hestên siyasî, çandî û hestên hestiyarî xwe parastibe û safî bûbe ango bi rêya hizirandina rast pêkan e. Însan, ayetên ku di Kitêb û xwezayê de ne, encax bi vê rêbazê dikare têbigihîje, xwe bigihîne encamê û tetbîq bike. Qebûl û itirazên xwe di bin siya van rêgezan de bike. Bi tevgera ji vê xalê mentiq, ‘ilmê ku rê û rêgezên hizir û fikirandina rast û durist ji xwe re dike mijar ew rêgezên ku bi her kesî re ji zikmakî hene û di her qada jiyanê de divê bên zanîn û bên tetbîqkirin û wekî bersiva pirsa we jî di mijara ji bo têgihiştina mena Qur’anê, ji me re dibe alîkar.

Dr. Fatih Orum