Fetwayen Kurdi
Seddî zerayi‘ çi ye?

Seddî zerayi‘ çi ye?

Pirs: Gelo seddî zerayi‘ prensîbeke huqûqê ya rast e? Girtina rêyên ku diçin heramiyê ma sînorên heramiyan berfirehtir nakin?

Bersiv: Zerayi‘, pirjimara bêjeya zerî‘e ye. Zerî‘e, di termînolojiya huqûqa Îslamê de ji navgînên ku meriv dibin bal encamên ku di dîn de hatine qedexekirin. Seddî zerayî‘ jî girtin û qedexekirina wan rê û navgînan e. Li gorî vê seddî zerayî‘, bi mena qedexekirina navgîn û wasiteyên ku dibin sedem ji bo mefsedetê. Mefsedet jî rewşên ku ji aliyê dîn ve hatine qedexekirin îfade dike.[1]

Ev, prensîbeke huqûqê ya rast e. Bi taybetî jî dema Xwedê Teala gunehên mezin qedexe dike, ferman dike ku “nêzî wan nebin”, “ji wan dûr bimînin”. Dûrmayin jî encax ku meriv di navbera xwe û wan de mesafeyekê bihêle pêkan e û jixwe ji vê re jî seddî zerayî‘ tê gotin.



[1] Zekiyyüddin Şaban, İslam Hukuk İlminin Esasları (Usûlü’l-Fıkh), Wergêr: İbrahim Kâfi Dönmez, Weşanên Weqfa Dîyanetê, Enqere 1996, rp. 202.