Fetwayen Kurdi
Dagirtina diranan, ma dibe asteng bo rakirina xuslê?

Dagirtina diranan, ma dibe asteng bo rakirina xuslê?

Pirs: Tê gotin ku li gorî mezhebê Henefî, kesê diranê xwe dagirtibe xusla wî ji ser ranabe. Loma, bo girtina desmêjê û rakirina xuslê, divê ku mezhebê Şafiî teqlîd bike. Lê belê, li dijberî vê fetwayê hin fetwayên din jî hene. Gelo kîjan ji wan rast e?

Bersiv: Dagirtina diranan nabe asteng bo rakirina xuslê. Lewra ew êdî bûye parçeyekî ji diran.