Fetwayen Kurdi
Dema xwendina Qur’anê de ma lazim e ku pîrek serê bigirin?

Dema xwendina Qur’anê de ma lazim e ku pîrek serê bigirin?

Pirs: Di dema xwendina Qur’anê de ma divê ku pîrek serê xwe bigirin? Ango ma pîrek dikarin servekirî Qur’anê bixwînin?

Bersiv: Naxêr! Ne lazim e ku pîrek serê xwe bigirin. Pîrek, bi tenê li pêşberî zilamên biyanî û di dema kirina limêjê de divê ku serê xwe bigirin. Dema li cem jinan bin an jî li malê li ba mêrê xwe, zarokên xwe, bavê xwe, xezûrê xwe, birayên xwe û li cem biraziyên xwe bin, ne lazim e ku serê xwe bigirin.

Xwedê Teala di sûreyê Nûr ayeta 31’em de wiha ferman dike:

Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin, ji beşa ku xuya dike pê ve -ew ne tê de ye- bila xeml û zîneta xwe dernexin der. Bila çarikên xwe berdin ser sîngên xwe. Bila xişrên xwe ji bilî mêrên xwe, bavên xwe, xezûrên xwe, kurên xwe, kurên mêrên xwe, birayên xwe, biraziyên xwe, xwarziyên xwe, jinên digel xwe, dîlên ku di bin destên wan de ne, ji mêran jî ew ên ketî ku tu pêdiviya wan bi jinan nemaye yan jî ew zarokên ku hêj negihane ku dilê wan biçe deverên veşartî yên jinan, nîşanî tu kesî din nedin. …[1]

Di derbarê dema meriv dê Qur’ana Pîroz bixwîne de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Çi dema te dest bi xwendina Qur’anê kir, vêca xwe bi Xwedê ji şeytanê recîm biparêze[2]

Li gorî vê ayetê, çi zilam dibe çi jî pîrek, dema meriv dê Qur’ana Pîroz bixwîne bi tenê ji meriv tê xwestin ku meriv xwe bi Xwedê ji şeytên biparêze. Ji bilî vê, tu fermaneke din tune ye. Ji ber vê yekê ye ku pîrek dikarin servekirî jî Qur’anê bixwînin. Tu ayet an jî hedîseke ku di dema xwendina Qur’anê de sergirtinê emir an jî tewsiye bikin tune ye.

Pîrek, di dema xwendina Qur’anê de eger pêrgî secdeya tîlawetê bên, dikarin wê jî servekirî bikin. Di vê de tu mehzûrek tune ye. Lewra secdeya tîlawetê ne di hukmê limêjê de ye, servekirî tê kirin. Saziya fetwa û lêkolînên zanistî el-Lecnetu’d-Daîme[3] jî wiha bersiv daye.[4]



[1] Nûr, 24/31.

[2] Nehl, 16/98.

[3] Bnh. Heyet, el-Lecnetu’d-Daime, VII, 263, jimara fetwayê: 13376.

[4] Çavkanî: Yahya Şenol, “Fetvalar”, Kitap ve Hikmet Dergisi, Ocak-Mart 2015, sal: 2, jimar: 8, rp. 54-55.