Fetwayen Kurdi
Dema banka krêdiyê dide, ma qey pereyan nafiroşe ango bazirganiyê nake?

Dema banka krêdiyê dide, ma qey pereyan nafiroşe ango bazirganiyê nake?

Pirs: Tê îfadekirin ku dema ji bankayan krêdî tê kişandin, banka deyn bi faîzê dayiye û ev jî dibe heram. Lê belê dema meriv ji galeriyê bi deyn wesayitekê dikire, ev dibe bazirganî û tê gotin ku ev helal e. Eger meriv tiştê banka difiroşe bi peretî bifikire –jixwe wisa ye- û bi rizaya dilê herdu aliyan hatiye kirin, gelo çima ji vê re nayê gotin bazirganî?

Bersiv: Bazirganî, ku meriv malekî bi bi malekî biguherîne. Deyn jî ku heman mal bi deyn bê guhertin. Bank, herçiqas bê gotin ku pereyan difiroşin jî di rastiya xwe de ev ne bazirganî ye; dayina bi deyn e. Banka pereyan dide, piştî demeke xuyakirî heman pereyî û faîzê bi zêdeyî distîne. Ya girîng, ne navê kirinê ye, belbî reng û çawabûna wê ye. Hebûna manandiyê di navbera firotina bi deyn û ya bi faîzê de nayê mena ku ev herdu kar yek in.

“Faîz, dahatuya deyn e. Deyn bi mislî tê dayin. Ango yê ku 100 zêr deynê wî hebe 100 zêran dide. Li ser esasê peymana ku berê hatiye kirin, tiştê zêdeyî deyn ku tê dayin dibe faîz. Kirîn û firotin jî bihevdayina du malên jihev cuda ye.

Ferqa esasî, di rewşa ku deyn di dema xwe de neyê dayin dertê holê. Di firotina bi deyn de deynê ku di roja xwe de neyê dayin tu tiştek lê nayê zêdekirin. Lewra ev zêdeyî dibe faîz. Li cihên enflasyonê, ji ber derengxistina deyn, stendina ferqa qîmetê ku ji pereyan çûye tu eleqeya wê bi faîzê re tune ye. Ew, da ku xwediyê deyn zirarê nebîne û deyndar jî bi neheqî qezencê bi dest nexe. Lê deynên bi faîz ne wiha ne. Ji bo tehsîlkirina deynên ku di roja xwe de nehatine dayin ji aliyekî ve temînat dikevin dewrê û karê hicz û icrayê dimeşe li aliyê din ji bo faîzê rêjeyeke din û ji bo her roja ku dereng dimîne li ser deyn îlave tê kirin. Ev jî deyndarê ku di dayina deynê xwe de ketiye tengasiyê, bi temamî tarûmar dike.”[1]



[1] Ji bo agahiyên berfirehtir bnh. Abdülaziz Bayındır, Ticaret ve Faiz, Weşanên Weqfa Suleymaniye Stenbol 2007, rp. 138-149.