Fetwayen Kurdi
Di kîjan rewşan de meriv dikare bi faîzê ji bankan krêdiyê bikişîne?

Di kîjan rewşan de meriv dikare bi faîzê ji bankan krêdiyê bikişîne?

Pirs: Gelo di kîjan rewşan de meriv dikare bi faîzê ji bankan krêdiyê bikişîne?

Bersiv: Krêdî, bi mena deynê bi faîz e. Faîz jî yek ji qedexeyên dînê Îslamê yê herî giran e. Muslumanekî ku di bin şert û mercên zor de da ku nemire çawa dikare ji goştê berêz bixwe, her wiha di şertên wisa de dikare ji faîzê sûd werbigire. Di tengazariyeke madî de ku bê serê însên, ne rast e ku meriv yekser berê xwe bide krêdî û faîzê. “Zerûreta ku heraman helal dike”, ne têgeheke vezgir e ku her kes li gorî xwe şîrove bike.

Lê belê pir caran em pêrgî pirsa “Ez di zorê de me, ma ez nikarim krêdiyê bigirim?” tên.

Divê neyê jibîrkirin ku kesê ji aliyê madî ve di rehetiyê de be, jixwe bê sedem bi faîzê xwe naxe tengasiyan! Ya esas û bingehîn ku meriv di demên zor û zehmetiyan de xwe ji faîzê dûr bigire ku îmtihan û ceribandin tam di vir de dikeve dewrê. Di ayetekê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Sond be; Em ê bi hinekî ji tirsê û birçîbûnê, bi kêmkirina mal û can û kêmkirina mêweyên we, we îmtîhan bikin û mizgînê bide yên sebirkêş.

Ew ên ku dema belayek bê serê wan, dibêjin “Em yên Xwedê ne û em ê li Wî jî vegerin.”

Evên ha ji Perwerdegarê wan rehmet û dilovanî li wan dibare û yên ku li ser rêya heq rasterê bûne, her ew in.”[1]

Di ayeteke din jî wiha ferman dike:

 “Gelî bawermendan! Bi sebir û nimêjê alîkariyê ji Xwedê bixwazin. Bêguman Xwedê, teqez digel sebirkêşan e.”[2]

Ji vê bonê kesê misilman li hember hemî celebên zor û zehmetiyan divê sebir bike, zêdetir bixebite û tu caran hewesa kirina heraman meke.



[1] Beqere, 2/155-157.

[2] Beqere, 2/153.