Fetwayen Kurdi
Bo xelasiya ji tengasiya malî, meriv dikare ji bankê krêdiyê bikişîne?

Bo xelasiya ji tengasiya malî, meriv dikare ji bankê krêdiyê bikişîne?

Pirs: Em esnaf in. Vê salê ji aliyê pereyan ve em desteng in û em dixwazin krêdiyê bikişînin. Ez ji Xwedê lava dikim ku min muhtacî kişandina krêdiyê meke. Seyda divê ez çi bikim? Mixabin, bê ku em krêdiyê bikişînin em nikarin karê xwe serast bikin.

Bersiv: Karê bazirganiyê ne karekî hêsan e. Normal e ku pirsgirêk derkevin holê. Di serî de jî pirsgirêka pereyan. Kesê ku neketibe tengasiyê sirf ji bo kêf û şengê ranabe tiştekî bi faîzê nagire. Kesê ku li deynê bi faîz digere, jixwe ketiye zor û zehmetiyan. Lê belê digel van tiştan jî Xwedê Teala bi awayekî teqez faîz heram kiriye û yên ku bi zanebûn faîzê digirin û di vê de israr dikin wan ji yên ku li hember Xwedê û Qasidê wî îlana cengê kirine dijimêre.

Divê ku hûn her dem pirsgirêkên xwe yên malî li ber çavan bigirin û lingên xwe li gorî lihêfa xwe dirêj bikin. Li hember van zor û zehmetiyên wiha, ne rast û durist e ku yekser hûn berê xwe bidin faîzê. Hemî derfetên xwe bi kar bînin û sebir bikin. Xwedê bê erê dê rehetî û hêsaniyekê bexşî we bike. Tu carî ji aqlê xwe dernexin ku ev zor û zehmetiyên tên serê we ji bo îmtihan û ceribandina we ye.