Fetwayen Kurdi
Dema meriv bo yekî krêdiyê bikişîne, guneh di stûyê kê de ye?

Dema meriv bo yekî krêdiyê bikişîne, guneh di stûyê kê de ye?

Pirs: Bavê min, da ku deynên xalê min bide, li ser navê xwe ji bankê krêdî kişand. Bi sedem ku dayin û stendina faîzê herdu jî qedexe û heram in, gunehê wî karî gelo ji bavê min re yan jî ji xalê min tê nivîsandin?

Bersiv: Li gorî ku yê krêdî kişandiye bavê we ye, gunehê wê jî di stûyê bavê we de ye. Divê ku ji vê kirina xwe tobe bike û tu carên din hewl nede ku karekî wiha bike.

Kî di karekî baş de navcîtiyekê bike, ji wê pareke wî jî heye. Kî di karekî nebaş de navcîtiyekê bike, ji wî re jî parek heye. Xwedê li ser her tiştî desthilatdar e.[1]

Di qencî û teqwayê de arîkariya hev bikin, li ser gunehkarî û zêdegaviyê arîkariya hev mekin.”[2]



[1] Nîsa, 4/85.

[2] Maîde, 5/2.