Fetwayen Kurdi
Gava meriv bi cenabetî li nivîna xwe razê û piştî rakirina xuslê dîsa lê rakeve ma careke din xusul lazim dike?

Gava meriv bi cenabetî li nivîna xwe razê û piştî rakirina xuslê dîsa lê rakeve ma careke din xusul lazim dike?

Pirs: Nivîn an jî palgeha ku meriv bi cenabetî li ser wan razê, piştî rakirina xuslê meriv dîsa li serê rûnê û razê gelo careke din xuslê pêwîst dike yan na?

Bersiv: Rewşên ku xuslê pêwîst dikin; têkilatiya cinsî, di xew an jî di hişyariyê de menî ji meriv were û bo pîrekan jî piştî ku xwînmeh an jî çilê piştî wîladetê biqede. Ji ber vê yekê dema meriv bi cenabet be li cihekî rûnê, piştî rakirina xuslê meriv dîsa li wê derê rûnê, ev tişt xuslê lazim nake.