Fetwayen Kurdi
Meriv dikare kincên di dema cenabetê de piştî rakirina xuslê dîsa lixwe bike?

Meriv dikare kincên di dema cenabetê de piştî rakirina xuslê dîsa lixwe bike?

Pirs: Piştî min xusla xwe rakir, min kincên xwe li xwe kirin. Lê pantolonê min lixwe kir, ê ku dema ez bi cenabet ketibûm. Ji ber ku min derfeta şûştinê nedît, min heman derpê lixwe kir. Di vê rewşê de gelo xusla min hatiye cih? Ez dikarim wiha limêj bikim? Di halên wiha de ma şûştina çarşevê û lihêfê jî hewce dike?

Bersiv: Eger tiştekî pîs mîna meniyê gihaştibe çarşev û lihêfê, divê ku meriv paqij bike. Ji bo vê jî ne hewce ye ku meriv temamê betanî yan jî çarşevê bişû. Cihê pîsbûyî, eger ziwa bûbe meriv bifirikîne, ger şil jî be meriv wê derê bişû, kafî ye. Ji bilî vê, pêdivî bi tu tiştekî din tune ye.

Hedîsên di derbarê vê mijarê de wiha ne:

Hezretî Eyşe (x.j.q) dibêje:

Min meniya ku li kincê Qasidê Xwedê (s.a.w) diket, dişûşt. Ew, digel ku cihê şil (hêj ziwa nebûbû) diçû limêjê.”[1]

Di riwayeteke din de ji Muslim wiha hatiye ragihandin: “Merivek bû mêhvanê Hezretî Eyşe (x.j.q). Zilamî, serê sibê cilê xwe şûşt. Hezretî Eyşe jê re got:

Cihê ku (menî) gihaştiyê (te dît) te wê derê bişûşta kafî bû, di halê ku te nedît, te dê derbora wê bişûşta. Ez dizanim ku min ji cilê Qasidê Xwedê (s.a.w) (cihê menî gihaştibûyê) bi awayê firikandinê jê dibir. Wî, (bê ku bişûşta) bi wan cilan limêj dikir.”

Riwayeteke din wiha ye:

Ez baş dinazim ku min ji cilê Qasidê Xwedê (s.a.w) meniya ziwa bi neynûkên xwe dikola û jê dibir.[2]

Li gorî ku Yehya kurê Evdirrehman kurê Hatib radigihîne, Hezretî Umer (x.j.q) bi komeke ku Emr kurê As jî di nav wan de bû ‘umre kir. Hezretî Umer di dema rêwîtiyê de ber destê sibê li rêyeke ku nêzî avê bû, rawestiya. (Mîna her kesî ew jî raza, Di wê esnayê de), bi cenabet ket. Dema bû sibeh, bi karwan re av nehat dîtin (bo şûştinê). Li heywana xwe sibar bû û çû bal wê ava (nêz). Pêre dest bi şûştina cihê ku menî lê ketiye kir. Piştre derdor ronî bû. ‘Emr kurê As (x.j.q) ji Hezretî Umer re got:

“Bû sibeh. Li cem me kincên paqij hene, dev ji (şûştina) vî kincî berde, piştre tê şûştin.” Lê Hezretî Umer wiha bersiva wî da:

“Kurê As, birastî tu ecêb î! Ango te kinc bidest xistiye, ma dê herkes kinca bidest bixe? Ez qesem dikim bi navê Xwedê, eger ez bi gotina te bikim, ev dê bibe sunet. Naxêr, (meni) a ku dibînim, ez ê bişûm û ya ku nabînim jî ez ê (avê lê) bireşînim (û paqij bijimêrim).”[3]



[1] Buxarî, Wudû’ 64, 65; Muslim, Teharet, 108, (289); Ebû Dawûd, Teharet, 136; Tirmizî, Teharet, 85, 86; Nesaî, Teharet, 187, 188.

[2] Muslim, Teharet, 105, 109, (288, 290).

[3] Muwetta, Teharet, 83.