Fetwayen Kurdi
Ma pîrek jî bi cenabet dikevin?

Ma pîrek jî bi cenabet dikevin?

Pirs: Eger pîrek di xewna xwe bibînin ku dikevin munasebeta cinsî, gelo divê ku xusla cenabetê ji ser xwe rakin?

Bersiv: Hedîsên di derheqê vê mijarê de wiha ne:

Hezretî Eyşe dibêje ku: “Ji Qasidê Xwedê hate pirsîn, “Eger meriv di cil û bergê xwe de şilayî bibîne, lê nayê bîra wî ku bi cenabet bûye (gelo divê ku xwe bişû?)” Wî wiha bersiv da “Belê, divê xwe bişû.”

Piştre di derbarê kesê bibîne ku bi cenabet bûye, lê şilbûn nedîtibe hate pirsîn:

Got ku “Hewceyî bi xuslê tune ye.”

Ummû Suleym (x.j.q) pirsî:“Eger pîrek vê bibîne, gelo xusul lê dikeve?” Li ser vê wiha bersiv da:

Belê! Pîrek jî mîna mêran in![1]

Dîsa Hezretî Eyşe dibêje ku: “Ummû Suleym (x.j.q), ji Qasidê Xwedê (s.a.w), “Di derbarê tiştê ku zilam dibînin eger pîrek jî di xewna xwe de bibînin pirsî, xwest ku bizanibe gelo xusul li wan dikeve yan nakeve.” Selat û selam li ser bin wiha bersiv da:

Belê! Dema avê bibîne!”

Hezretî Eyşe li Ummû Suleym vegeriya û wiha ew eybdar kir: “Emir dirêjê (tu çi dibêjiî)” Qasidê Xwedê (s.a.w) (li Eyşe vegeriya) û wiha got:

“’Eyşe dev jê berde (tiştê dixwaze bila bipirse!) Eger ne wisa be ma zarok dê çawa bişibin (aliyê dê)? Eger ava pîrekê li ser ava zilam xalib were, zarok dişibe xalanê xwe; eger ya mêr li ser ya pîrekê xalib were, zarok dişibin apanê xwe.”[2]

Di riwayeteke din ya Muslim de ev zêdeyiyên han jî hene:

“… Ava zilam tarî û spî ye. Ava pîrekê, zer û herikbar e. Ji van kîjan xalib were yan jî bipêşkeve, (li gorî wê) şibandin hasil dibe.”[3]



[1] Ebû Dawûd, Teharet, 95; Tirmizî, Teharet, 82.

[2] Muslim, Heyz 33; Muwetta, Teharet, 84; Ebû Dawûd, Teharet, 96; Nesaî, Teharet, 131.

[3] Muslim, Heyz, 30.