Fetwayen Kurdi
Dema meriv pereyê faîzê dide jaran, ma divê ku em bêjin ev ê faîzê ye?

Dema meriv pereyê faîzê dide jaran, ma divê ku em bêjin ev ê faîzê ye?

Pirs: Di bankê de pereyên ku ji faîzê hatine komkirin heye. Ji lêkolîna me ev encam derket: Pereyê faîzê, bê ku meriv umûd û hêviya tu xêrê jê bike, meriv dikare bide saziyeke xêrê, bide dibistanekê yan jî bide malbateke ku di zor û zehmetiyê de ye. Lê belê aliyê ku pereyan digire divê ku nizanibe ev pereyê faîzê ye. Pirsa min; terefê din dema bizanibe ku ev pereyê faîzê ye, ma ev dibe heram? Eger heram be jî çima? Kesê me pere dabûyê, me jê re gotibû ku pereyê faîzê ye û ew pir jî hewcedar bû. Lê belê, dema seydayekî got ku divê hûn nebêjin ev pereyê faîzê ye, em bêçar e man. Di vê mijarê de hûn dikarin me agahdar bikin?

Bersiv: Pereyê faîzê, ne mîna goştê beraz an jî mey/eraqê ye. Jihevqetandin û cudakirina pereyên bi rêya helal û yên bi rêya heram hatiye bidesxistin, ne pêkan e. Pereyê faîzê, sirf ji yê ku faîz kiriye re heram e. Eger ji yên din re jî heram bûna, pereyên ku di berîkên me de ji ber ku di pir rêyên xeyrî meşrû û ne di rê de hatine xebitandin, dê bikaranîna wan ji me re jî ne helal bûna.

Tiştê esasî; ku meriv faîzê negire eger meriv girtibe jî li wan vegerîne. Lê belê, di roja me de bank, nikarin faîzê qebûl bikin. Ji ber vê yekê bi awayê ku me li jor îfade kir, divê meriv wê ji destê xwe derxe.

Ê ku qebûl dike dema bizanibe ku pereyê faîzê ye, dibe ku nerihet bibe. Tiştekî din jî heye, eger were zanîn ku we faîz girtiye ji bo we jî ne baş e. Lewra divê meriv gunehê xwe veşêre. Ji ber van sedeman, eger meriv nebêje ku malê faîzê ye, hê çêtir e. Ne ku dema meriv bibêje ji yê li hember re heram dibe.