Fetwayen Kurdi
Da ku însan jê îstifade bikin, ma meriv dikare malê xwe têxe faîzê?

Da ku însan jê îstifade bikin, ma meriv dikare malê xwe têxe faîzê?

Pirs: Hevalekî min wiha dibêje: “Ji bo muhafezekirinê hinek pereyê min di bankê de heye. Ez faîza wî pereyi ji sermiyanê xwe vediqetînim û di foneke cuda de dihêlim û bi deyn didim ên xwedî îhtiyac. Dema deyndar pere li min vedigerînin, dîsa bê ku ez têxim nav pereyê xwe, di heman fonê de muhafeze dikim.” Gelo ev karê ku hevalê min dike, caiz e? Ez dikarim ji vî fonê ku hevalê min çêkiriye, pereyan bi deyn bigirim?

Bersiv: Di vir de du karên jihev cuda hene: Yek jê dayina deyn bê tiştekî. Ya din jî razandina pereyan di bankê de bi faîzê. Razandina pereyan di bankê de bi faîzê, -mebest çi dibe bila bibe- meriv dike hevparê karê faîzê û ne caiz e. Lê belê, pereyên ku bi faîzê yan jî bi sedemekî din ketibe destê meriv, yekî din dikare bê faîz wî pereyi bi deyn bigire.

Prof. Dr. Servet Bayındır